Li Nisêbînê êrîş hatin protestokirin: Bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane 2024-12-14 16:13:48   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi armanca protestokirina êrîşên li hember Rojava daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenterê DEM partiyê Heval Bozdag axivî û got: “Ji bo aştiyê navnîşana muzakereyê diyare. Wê bi azadiya Abdullah Ocalan aştî pêkn be. Em xwe hepsê tarîtiya Rojava nekin.”   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter yên girêdayê wê hatibû destpêkirin. Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Nisêbînê li ber Parka Aştiyê meş hat destpêkirin hta avahiya DEM partiyê berdewam kir û piştre daxuyaniyek hat dayîn. Parlamenterên DEM Partiyê Onur Duşunmez, Alî Boza û Heval Bozdag û gelek kes tevli meşê bûn. Parlamenter Heval Bozdag daxuyanî xwend.   Heval Bozdag balkişand ser êrîşan û wiha got: “Demek dirêje li hember Sûriyeyê êrîş didomin. Serdest ji polîtîkayên şer xwedî dibin. Êşa vê zilmê gel dikşînin.  Gelên Rojhilata Navîn bi sedsalane têdikoşin. Gelê Kurd jî wisa. Ev zilm wê heta dawî nedomin. Wê gel biserkevin.”   ‘Dor tê Tirkiyeyê’    Heval Bozdag wiha dawî li axaftina xwe: “Jiyana demokratîk a li Rojava ji gelên cîhanê re dibe îlham. Gelê Tirkiyeyê jî wê jiyanê mînak digirin. Lê îro jiyan bin tehîdê de ye. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin; dorê tê Tirkiyeyê. Ji bo aştiyê navnîşana muzakreyê diyare. Bi azadiya Abdullah Ocalan wê aştî pêk bê. Em xwe hepsê tarîtiya Rojhilata navîn nekin.  Hemû gelên Rojhilata NavÎn dikarin aştiyê ava bikin.   Daxuyanî bi çalakiya runiştinê dawî bû.