Rewşa tendirustî ya Werîşe Muradî xirabe 2024-12-14 14:17:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşa tendirustî ya girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî a di girtîgeha Evînê de xirabe. Hat gotin ku Werîşe Muradî ji xizmetguzariyên tendirustî hatiye bêpar hiştin.   Ajansa HRNA’yê di nûçeyek xwe de balkişand li ser rewşa girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evînê. Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku rewşa tendirustî ya Werîşe Muradî ya di girtîgeha Evînê de xirabe û berpirsên girtîgehê xizmetguzariyên pizîşkî pêşkêşî Werîşe Muradî nakin.   Hatiye gotin ku di dema borî de tenê carek Werîşe Muradî birine navendek pizîşkî ya li dervey girtîgehê, lê wê carê jî bêy ku bi başî bê kontrolkirin, vegerandine girtîgehê.   Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî di 10’ê Cotmehê de li dijî cîbicîkirina cezayên darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştre ji ber zextên rêkxistinên civaka sivîl, navnetewî, çalakvan û azadîxwazan de, li ser banga Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya di 25’ê Cotmehê de, dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî bû.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî di 1’ê Tebaxa 2023’yan de li nêzî Sine ji aliyê pasdarên rejîma Îranê ve hat binçavkirin. Piştî lêpirsîna 5 mehan ya li navenda Îtlaetê (Îstixbarata Îranê) ji bo beşê jinan yê Girtîgeha Evîn ya Tehranê hate veguhestin.