Li Nisêbînê ji bo Rojava nobet: Dilê Kurdan ji bo Rojava lêdide 2024-12-13 21:00:30   MÊRDÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan di nobeda li deriyê sînorê Nisêbîn-Qamişlo bang kir, “Tevî sînoran jî, Kurdên li çar parçeyan yek in. Dilê Kurdên li çar parçeyan îro ji bo Rojava lêdide.”   Çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê SMO yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye destpêkirin didome.   Çalakiya nobedê ya ku li qada vala ya li Navenda Çanda Mîtannî ya li ser sînorê Qamişlo hatiye destpêkirin, danê êvarê derbasî deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo hat kirin. Bi sedan kesên li qada nobedê li hev civiyan, bi berzkirina dirûşman heta Deriyê Sînor ê Nisêbîn-Qamişlo meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên dilsoziya bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hatin berzkirin. Gel jî bi derketina pace û şaneşînên xwe piştgirî da meşê.   ‘Em biryarê nas nakin’   Piştî meşê li cihê nêzî deriyê sînor daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan diyar kir ku ew tevahiya rojê li ser xeta sînor nobedê digirin û anî ziman ku biryara qedexeyê ya Walîtiya Mêrdînê ji bo wan bêwate ye û ew biryara qedexeyê nas nakin. Alî Bozan destnîan kir ku tevî wan sînoran jî Kurdên li çar parçeyan dijîn yek in û wiha got: “Dilê Kurdên li çar parçeyan îro ji bo Rojava lêdide. Çeteyên dewleta Tirk êrîşî destkeftiyên gelê me yê li Rojava dikin. Nisêbîn ji bo me çi be Qamişlo jî heman tişt e. Efrîn ji bo me çi be Amed ji bo me heman tişt e. Heta êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava bi dawî bibin, em ê li ser sînorê Qamişlo li Nisêbînê çalakiya xwe bidomînin. Bi vê boneyê em bang li hemû gelê Kurdistanê û bi taybet gelê Nisêbîn û Mêrdînê dikin ku tevlî nobeda ku me li ser sînorê Qamişlo daye destpêkirin, bibin.”   Çalakiya nobedê wê sibe li deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo bidome.