Em neketibana tevgerê qederek ji mirinê wêdetir li benda me bû 2024-12-13 09:04:16   Melek Avci   ENQERE - Nivîskar û aktîvîsta Afgan Hoda Khamosh bêdengiya cîhanê ya li hember Talîban rexne kir û got: “Talîban merhemetê nîşanê me nade. Tevî vê em nekevin tevgerê wê qedereke ji mirinê wêdetir li benda me be. Hewce bi yekitiya global heye.”   Talîban di 2021’ê de Afganîstan xist bin kontrola xwe û ji wê rojê de hemû qad li jinan qedexe kiriye; perwerdehiya zanîngehê, ji pola 6’an şûnde çûyî zarokên keç a dibistanê, li derve bi tena serê xwe ger hat astengkirin.    Rêxistinên jinan hem bi komî û hem jî şexsî bi dehan carî bang li DYA û cîhanê kirin ku gavên pêşber bavêjin.   Di Tîme Magazîne de di 2022’yan de lîsteya 100 mirovên bi bandor ên cîhanê hat nîşandan. Yek ji van nivîskar û aktîvîsta Afgan Hoda Khamosh Jassor bû. Hoda Khamosh diyar kir ku ji roja Talîban hatiye heta niha tu tiştek neguheriye, berovajî vê hîn bêtir xera bûye.   Talîban: Zombiyên ku nêçîra mirovan dikin   Hoda Kahmosh Jassor da zanîn ku dema Talîban gihişt Kabîlê her tişt ji zû de guherî bû û wiha got: “Gel ji bo parastina xwe ket hewldanan. Min ew roja bi xof hîna ji bîr nekiriye. Her tişt guherî bû. Her kes ji bo xwe veşêre, xwe xilas bike di hewldanan de bû. Her kes direviya. Wek ku zombiyên ji bo nêçîra mirovan hatibûn Kabîlê bûn. Hinek bi bêdengî li malên xwe bûn. Hinek direviyan. Bajar guherî. Mirovan ji tirsan cil û bergên xwe guhertin.”   Guherîn tunebû… qetilkirin û polîtîkayên dijminê jinê hebûn   Hoda Khamosh Jassor di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Polîtîkayên zilmê yên li ser jinan hema xistin dewrê. Hemû bajar ket bin destê wan. Jin derneketin derve. Hemû dibistan û kargerî li jinan hatin girtin. Her kesî guherîn dipa lê mixabin polîtîkayên qetilkirin û dijminahiya jinan ketin dewrê.”     ‘Em neketibana tevgerê wê ji mirinê wêdetir bûna’   Hoda Khamosh Jassor daxuyakirin ku wek jin li dijî Talîban xwe rêxistinkirin gelek bi xeter bû lê ger rêxistin tûnebûna wê rewş hîn bêtartir bûna. Hoda Khamosh Jassor wiha vegot: “Di 25’ê mijdara 2021’ê de gotin kabîneya Talîban hatiye avakirin. Di vê kabîneyê de nûnerên jinan tunebûn. Talîban jin nedixwest. Me komek jin xwest em rewşê protesto bikin. Em ditirsiyan lê me dizanibû ku Talîban li hember me ne bi merhebt e. Ji ber vê me 3’ê îlonê de çalakiya xwe pêk anî. Di her çalakî û protestoyan de zext û tundiyek bi xof hebû. Ji wê rojê şûnde zext li jinan zêde bû. Êrîş  zêde bûn. Vê cîhanê tenê derewên Talîban yên di çapemeniyê de bihîstin. Lê jinan têkoşîna xwe meşand protesto pêk anîn. Her ku Talîban bi zextan hat jin bi awayekî xurt rabûn ser piyan. Bêguman zext giran bûn lê van çalakiyan em hîn bêtir xurt kirin. Bi pey jinan ketin. Pitşre girtin, îşkence kirin, destdirêjî kirin.”   Cîhan li şûna bibe dengê jinan bû yê Talîban   Hoda Kahmosh Jassor hêrsa xwe ya li dijî bêdengiya navneteweyî wiha anî ziman: “Me li dijî vê zext û hovîtiyê ji cîhanê bersivek negirt.  Cîhanê piştgiriya pere da Talîban û vexwendiyên konferansên xwe kirin. Hêzên navneteweyî yên Talîban ferz kir û Talîban li cîhanê bû xetereyek mezin û ji xwe re cih girt.”   Ji bo jinên cîhanê bang   Hoda Khamosh Jassor wiha bang li jinan kir: “Li djî Talîban û bêdengiya navneteweyî piştevaniya jinan girîng e. Em bang li jinên cîhanê dikin ku li dijî bêdengiya navneteweyî bêdeng nemînin. Em bang dikin ku li dijî polîtîkayên dewletê xwe ku piştgiriyê didin Talîban, bêdeng nemîni nû bertek axwe nîşan bidin.”