Li Kobanê jinan êriş şermezar kirin 2024-12-12 21:21:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Tenduristî û Desteya Jinan ên Kantona Firatê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    Meclisa Tenduristî û Desteya Jinan ên Kantona Firatê têkildarî êrişên Tirkiyeyê ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyên cuda dan.   Hevseroka Meclisa Tenduristiyê ya Kantona Firatê Ezîze Îbrahîm li pêşiya Nexweşxaneya Kobanê, daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ew êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê şermezar dikin û wiha hate gotin: “Dagirker bi zanabûn ambulans û nexweşxaneyan hedef digire. Ev yek dikevin xana sûcên şer û binpêkirinan qanûnên mirovî. Di 12.10.2024ˋan de dema ambulanseke hewl dide birîndaran veguhêze nexweşxaneyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ew bombebaran kir, di encamê de birîndarê tê de û ajokar şehîd bûn.”   Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û saziyên Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bi erkên xwe yên hiqûqî û exlaqî rabikin û van sûcan bi dawî bikin.   Girêdayî mijarê daxuyaniya Desteya Jinan jî ji hêla Awaz Mela Bozan ve li pêşa Qada Jina Azad hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat gotin di demên dawîn de artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirine. Ji ber êrişan bi hezaran malbat ji koçber bûn û hin malbat ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve rastî zilm û tundiyê û qirkirinê hatin.   Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrişên li dijî Minbicê de 3 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya Qemer El Sod, Ayşe Ebdulqadir û Îman şehîd bûn.   Di dawiyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku bi lez destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk a ên li ser herêmê bi dawî bikin û sivîlan ji sûcên şer biparêzin.