Ji bo Rojava bang: Em xeta berxwedanê mezin bikin 2024-12-12 14:01:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya li Cizîrê ya têkildarî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin, “Em xeta têkoşîn û berxwedanê li hemû qadên jiyanê berfireh bikin û modela jiyana demokratîk a ji bo siberoja xwe hembêz bikin.”   Êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên SMO'yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi çalakiyan êrîş tên protestokirin.   Şirnex   Yek ji cihên ku êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê hatin protestokirin, navçeya Cizîrê ya Şirnexê bû. Li Cizîrê têkildarî êrîşan meş û daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Meşa ku ji ber avahiya Rêxistina Navçeyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) destpê kir, rêveberên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê, sazî û rêxistinên sivîl û gelek welatî amade bûn. Di meşa ku li Qada Dortyolê bi dawî bû de, timî dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û dowizên "Rojava rûmeta me ye", "Silav ji Botanê, siwar ketin berxwedanê" hatin hildan.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk daxuyanî xwend.   'Em modela jiyana azad a demokratîk biparêzin'   Nurcan Alturk banga hevgirtinê li dijî şerê ku diqewime kir û got, “Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên li ser Rojava bê deng nemînin, li dijî şer û têkoşîna azadiyê dengê xwe bilind bikin. Pêwîst e li dijî êrîşan derkevin û nebin alîgirê vî sûcî. Li ser vê bingehê parastina Rojava ya ku gelê Sûriyê bi taybet jin û zarokan li hember hovîtiya DAIŞ’ê diparêze esas bê girtin û di vî warî de gavên berbiçav bên avêtin. Li hemberî her êrîş û qetlîamên li hemberî Rojava bêdengmayîn rê li ber sûcên şer vedike. Ji ber vê yekê banga me ji her kesî re ev e: Werin em xeta têkoşîn û berxwedanê li her qadên jiyanê mezin bikin û modela jiyana azad a demokratîk ji bo siberoja xwe hembêz bikin."   Daxuyanî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.