Hunermend, rojnameger û nivîskar li dijî qeyûm li Êlihê bûn 2024-12-10 16:36:29     ÊLIH - Nivîskar, rojnameger û hunermendên ku serdana hevşaredarên Êlihê ku li şûna qeyûm hatibû tayînkirin kirin û gotin: "Em li vir careke din dubare dikin; em pêkanînên qeyûm ên li dijî vîna gel û demokrasiyê qebûl nakin, itiraza me heye.'   Heyeta ku ji nivîskar, hunermend û rojnamegeran pêk tê serdana hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku ji peywirê hatibûn girtin kirin. Serdan li oteleke bajar pêk hat û pişt re li Kolana Amedê daxuyanî hat dayîn.    Li ser navê heyete nivîskar Oya Baydar daxuyanî da û wiha got: “Em ango yên ku xwediyên vê xakê ne; tirk, kurd, ermenî, yewnan, laz, ereb, çerkez, roman, misilman, xiristiyan, cihû, asûrî, êzidî, sûnî, elewî, bawermend û nebawermend, em bi renginiya xwe zarokên vî welatî ne. Jin û mêr, ciwan û kal, mirovên xwedî wijdan in, mirovên baş dixwazin bi hev re bextewar bin. Em ji kîjan beş, nêrîn, kevneşopiya siyasî û ji kîjan herêmê tên bila bên, em dixwazin bawerî, ol, ziman, nasname û çanda xwe di nava aştî û aramiyê de bijîn. Em naxwazin mafên me yên destûra bingehîn bên astengkirin, tercîhên me yên siyasî tine bê hesibandin, yên em hilbijartine ji kar bên derxistin û bi tayînkirina qeyûman re vîna me bê desteserkirin. Em naxwazin dijminatî were kirin. Em naxwazin şîddeta li ser jin û zarokan, tacîz, tecawiz, kuştina jinan pêk were û naxwazin cihêkarî bê kirin.”    Oya Baydar da zanîn ku îradeya bi milyonan tune tê hesibandin û wiha axivî: “Îro yên ku peyva 'neteweyî' ji devê wan dernaxînin, vîna bi milyonan  hilbijêrên bajar, navçeyan bi tayînkirina qeyûman ve tune dihesibînin. Bi pêkanînên kêfî yên ku hesta edaletê xera dikin re darbeyekê li demokrasî û aştiya navxweyî dixin. Em dixwazin bînin bîra we; qeyûm ne tenê biryareke îdarî ye. Yek ji pêdiviya dawî ya demokrasiyê ku hatiye kemirandin û gava dawî jî kilîdkirina sindoqê ye.”    Oya Baydar bang li hemû kesî kir ku li dijî polîtîka tayînkirina qeyûm derkevin û wiha got: “Em li ser navê welatiyên ku aştî, edalet û hurmetê ji vîna gelan re dixwazin hatine vir û dibêjin 'Em li dijî polîtîkaya dij demokratîk, kêfî ya qeyûman razî nabin' û ji bo ku em hevgirtina xwe ya ji bo kesên ku vîna wan hatiye xebitandin ragihînin hatine vir. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji pêkanînên qeyûm berde û hemû aktorên siyasî bêyî hincetekê nîşan bidin li dijî siyaseta qeyûm derkevin. Em li vir careke din dubare dikin; em pêkanînên qeyûm ên li dijî vîna gel û demokrasiyê qebûl nakin, itiraza me heye.”