Li Dêrsimê jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan 2024-12-07 13:05:42   DÊRSIM - Li Dêrsimê jinan di pêşengiya TJA’yê de li dijî tayînkirina qeyûman bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” meş li dar xistin û gotin: "Em ê serî netewînin.”   Bertekên piştî qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pulurê hatin kirin, dewam dikin.   Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jin li dijî desteserkirina îradeyê meşiyan. Jinên ji Edene, Mêrsîn, Xarpêt, Cewlîg  û Amedê li Kolana Sanat a Dêrsimê hatin cem hev.     Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi sedan jin li Dêrsimê kom bûn û li dijî desteserkirina îradeyê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” “Dêrsim ya me ye Şaredarî ya me ye”, “Bijî berxwedana jinan” “Bijî têkoşîna jinan” meşiyan. Jinan di meşê de pankarta “Li dijî xezpkirina qeyûm bijî piştevaniya jinan” vekrin û meşiyan. Jinan ji destpêka meşê heta dawiya meşê bê navber dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Di meşê ne nûnerên EMEK, DEM Partiyê, Cemxane, Parlamentera DEM Partiyê Halide Turkoglu û Ayten Kordu, nûnerên KESK û Hevseroka Tarim Orkam Senê, rêveberên DEM Partî û TJAyê yên Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Enqere û Stenbolê amade bûn.   'Qeyûm zilm e'   Hevseroka DEM Partiyê ya Dêrsimê Esma Ateş bi kirmanckî axivî û wiha got: “İro ji Enqere, Mêrsîn, Stenbol, Amed, Mêrdînê hevalên me hatine. Ez xêrhatina tevan dixwazinm. Qeyûm talan e. Qeyûm zilm e li ser xweza û axa Dêrsimê zilm e. Qeyûm êrîşî destkeftiyê jinan dike. Em qeyûm naxwazin. Em dixwazin gel rêveberiyên xwe bi rêve bibe. Em qeyûm naxwazin.”   'Em ê têkoşîna li dijî qeyûman mezin bikin'   Halîde Turkoglu jî axivî û wiha got: “Em îro ji bo li dijî polîtîkayên qeyûman dengê xwe bilind bikin li Dêrsimê ne. Em diyar dikin ku polîtîkaya qeyûm rêbazeke rêveberiya  faşîzmê ye. Em ê bi piştevaniya jinan û ruhê têkoşînê dîsa têkoşîna mezin a li dijî qeyûman berdewam bikin. Ev îktîdar dijminê jinan, kurdan û elewiyan e. Ji ber vê yekê li dijî reng û nasnameyên cuda hiqûqa dijminantiyê dixe meriyetê.  Qeyum qiqûqa dijminantî û hiqûqa şer e. Îktîdar li aliyekî bi jinan û kurdan re şer dike, li aliyê din dixwaze bi rêya qeyûman yek zilamî têxe meriyetê. Ji 22ê Mijdarê gelê Dêrsimê li dijî qeyûman serî hildidin û qeyûman qebûl nakin. Em ê têkoşîna li dijî qeyûman mezin bikin û bilind bikin.”   'Kesek nikare vîna gel xesp bike'   Endama Cemxaneya Mêrsînê Aysel Klavuz Demîr, Hevseroka AYKAY-DER’ê Suphiye Bayav û ji koma Feminîstên Serbixwe Îlgî Kahraman jî di çalakiyê de gotin ku kesek nikare vîna gel xesp bike, dê li dijî vê neheqiyê heta dawiyê li ber xwe bidin, dê serî netewînin.    'Têkoşîna me dê bidome'    Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî anî ziman ku ev meheke li ber xwe didin, gel qeyûman naxwaze û weke jin û gelê kurd dê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkaya qeyûman bidomînin.