Şaredariya Peyasê serlêdanên bûrsê bi dawî kir 2024-12-06 11:15:38   AMED - Şaredariya Peyasê serlêdanên der barê piştgiriya perwerdehiyê ya ji bo xwendekarên ku cara ewil dest bi zanîngehê kirine û perwerdeya xwe didomîne bi dawî kir.   Şaredariya Peyasê beriya 13'ê Tebaxê ji bo xwendekarên ji 30 salî biçûktir û li Amedê dijîn, ji sedî 100 bûrsa zanîngehê ji dewletê û cihên taybet werdigirin, cara ewil li zanîngehê qeydên xwe çê kiribin û xwendina xwe berdewam dikin; şagirtên van şertan bi cih tînin serlêdanên wan qebûl kiribû. Di vê çarçoveyê de serlêdan ji 8’ê Cotmehê dest pê kiribû û 1’ê Mijdarê bi dawî bûbû.   3 hezar û 500 xwendekaran serîlêdan   Bi tevahî 3 hezar û 500 xwendekarên dixwestin ji alîkariya perwerdehiyê sûd wer bigirin serî li bûrsê ya şaredariyê dan. Piştî nirxandina serîlêdanê bi dawî bû, xwendekarên ku li gorî şert û mercên di daxuyaniyê de hatibûn diyarkirin pêk anîbûn mafê wergirtina bûrsê heq kirin.   Ji piştgiriya perwerdeyê 15 hezar TL   Di encama nirxandinan de 500 xwendekarên ku şert û mercên serîlêdanê bi cih anîbûn, ji desteka bûrsê ya perwerdehiyê a şaredariyê 15 hezar TL sûd wergirtin. Bi rêya SMS'yê hatin agahdarkirin û ji îro pê ve pere li hesabên wan hat razandin.   Şaredariyê diyar kir ku ji bo piştgiriya bûrsê ya perwerde û xwendekaran dê xebatên xwe bidomînin.