ROJEVA 06'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-06 09:00:00     * "Tirkiye û hêzên hevkar ên herêmî ditirsiyan ku ev pêkhateyên azadîxwaz û berxwedanê yên gelê wargehê bandorê li gelê Başûr bikin û bi rêxistin bikin. Ev tirsa desthilatdaran ew hişt ku her cure zextan li ser wan bikin û bi hemû rêbazan hewl dan ku bi gelê Başûr re têkiliyan deynin pêşiya wan." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Şaredariyên DEM Partiyê ku li Wanê şaredarî ji qeyûman girtin, ji hilbijartinê heta niha der barê jinan de gelek proje xistin jiyanê.   *Şerê li Rojhilata Navîn didome û di encama vî şerî de civaka ku tê koçberirin texrîbatên mezin yên civakî dijîn. Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal der barê mijarê de axivî û got: “Şer texrîbatên mezin li ser mirovan dike. Li dijî vî şerî divê her kes dengê xwe bilind bike rola aktîf bilîze.”   *Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangaz derbarê mîtînga "Ji bo jiyaneke mirovî" de banga tevlîbûnê li jin, ciwan, karker, kedkar, komên baweriyan re kir û got: "Ji bo jiyaneke bi rumet, aştiyane û demokratîk ava bikin tevlî mîtîngê bibin." BI DÎMEN    *Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê 31 jin û zarokek hatin qetikirin, 25 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. ÇETELEYA TUNDIYÊ