Nadya Murad: NY di darizandina DAÎŞ'ê de bi kêr nehat 2024-12-05 18:34:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nadya Murad diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî di darizandina DAÎŞ'ê de bi kêr nehatiye û got:"Ev saziyên navneteweyî timî hêviyê mirovan dişikînin."   Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobeldê Nadya Murad anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî di darizandina DAÎŞ'ê de bi kêr nehatiye. Nadya Murad ku 10 sal in ji bo pêkhatina edaletê têdikoşe got:"Ya ku mirov têkildarî DAÎŞ û komên ji heman îdeolojiyê nizanin ew e ku kuştin ji bo wan ne xem e. Lê belê ji wê yekê ditirsin ku li dadgehê li rûyê jin û zarokan binihêrin."   Nadya Murad anî ziman ku çeteyên DAÎŞ'ê li pêş çavên tevahiya cîhanê sûc kirin, lewma divê li pêş çavên tevahiya cîhanê jî bêne darizandin û got, "Eger em wan li pêşiya tevahiya cîhanê berpirsyar nîşan nedin, hingî wê bi navên cuda dîsa bên."