Ji 34 partiyan banga xurtkirina eniya navxweyî 2024-12-05 16:49:27     NAVENDA NÛÇEYAN - 34 partî û tevgerên sûriyeyî li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê banga xurtkirina eniya navxweyî li gelê herêmê kir.   Nûnerên 34 partî û tevgerên sûriyeyî yên ji pêkhateyên herêmê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn li bajarê Hesekê hatin gel hev. Piştî civînê partiyan daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Nûnera Partiya Nûjen û Demokatîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Pêkanînên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pêkhateyên herêmê û koçberkirina wan a bi armanca guhertina demografiya herêmê digihêje asta sûcên şer.”   Îşaret bi helwesta hikumeta Şamê jî hate kirin û hate diyarkirin ku eger hikumeta Şamê bersiva banga diyalogan a bi Rêveberiya Xweser û aliyên demokratîk a ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêbazên aştiyane daba, ev bûyer çênedibûn.   Partî û hêzên siyasî di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê bi tundî şermezar kirin û diyar kir ew bi QSD'ê re amade ne herêmê biparêzin.   Her wiha piştgirî dan seferberiya giştî û ev bang li gel kirin: "Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar be, ji her geşdanên muhtemel re amade bin. Tev li Hêzên Parastina Civakî bibin, hêzên me yên leşkerî bi enerjiya ciwanan û pisporiya leşkerî û meydanî pêş bixin, eniya hundirîn asê bikin û li hemberî şerê taybet bisekinin.”   Di berdewama daxuyaniyê de hate goitn: "Em ê li kêleka saziyên Rêveberiya Xweser û Maseya Krîzê erka xwe ya pêşwazîkirin û bicihkirina koçberan pêk bînin.”   Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin: "Erkên xwe li hemerî sivîlên bi darê zorê hatine koçberkirin bi cih bînin. Her wiha em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê ya bi serokatiya Amerîka û Federasyona Rûsyayê dikin ku nehêlin komên terorîst û Tirkiye Sûriyeyê dagir û parçe bikin. Em teqeziyê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê û çareseriya siyasî dikin."   Partî û tevgerên ku daxuyanî daye ev in:   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Partiya Kesk a Demokratîk Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê Partiya Komunîst a Kurdistanê Partî Demuqartî Kurdistan-Sûriye Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê Partiya Nûjen a Kurdistanê Yekitiya Kedkaran a Kurdistanê El Heyet El Weteniya El Erebiya Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd-Sûriye Partiya Çeksaziyê-Sûriye Partiya Asûrî ya Demokratîk Partiya Roj a Biratî ya Kurdistanî Tevgera Civaka Demokratîk Kongra Star Partiya Muhafazekaran Partiya Têkoşîna Demokratîk Tevgera Pêşeroja Kurdistanê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê Heyet Tensîq El Weteniya-Tevgera Guhertin a Demokratîk Partiya Yekitiya Suryan Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El Partî) Partiya Yekitiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekitî) Şepêla Çep a Şoreşgerî li Sûriyeyê Partiya Sûraya Partiya El Weten a Sûriyeyê