Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo Rojava banga alîkariyê kir 2024-12-05 16:21:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo alîkarîya bi gelê Rojava re sindoqa alîkariyê hatiye danîn û banga alîkariyê li hemû gelê Şengalê hat kirin.   Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re li çerxerêya Sinûnê daxuyaniya çapemeniyê da. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), tevgera ciwanan jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo piştgiriya gelê Rojava sindoqa alîkariyê daniye û banga alîkariyê li hemû gele Şengalê hate kirin.   Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo ve hate xwendin. Nayîf Şemo diyar kir ku ew bi her awayî piştgiriya gele Rojavayê Kurdistanê dikin û wiha berdewam kir: "Em dibêjin Şengal Rojava ye, Rojava Şengal e. Em ti carî qenciya gele xwe yê Rojava ji bîr nakin. Her wiha em daxwaz ji hikumeta Iraqê jî dikin da ku destê alîkariyê ji gele Rojava re dirêj bike. Her wiha em dibêjin, li hemberî her êrişekî li ser Şengalê, wê dijmin me li pêşberî xwe bibîne."   ‘Her gundek dikare sindoqek deyne’   Yek ji kesên tevlî daxuyaniyê bû, Midûr Nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê jî wiha axivî: ‘’Bila gele me yê Şengalê hişyar be, îro xeterî li ser me hemûyan heye. Pêwîst e Êzidî jî li hev kom bibin û amadekariya parastina xwe bikin. Pêwîst e gelê me netirse û xwedî îrade be. Îro roj pêwîst bû parlemenên me, Meclîsa Rûhanî, Mala Mîr li Rojava bûna. Lê mixabin yek jî pê ve ranebûn.’’   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG" bi dawî bû.