Ji bo Rojava çalakî: Em banga piştevaniyê li hemû aliyan dikin 2024-12-04 19:01:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên der barê êrîşên li hember Rojava de hat diyar kirin ku yên pişta xwe dane çeteyan wê li dijî berxwedana gel teqez têk biçin û wiha hat gotin: “Em banga piştevaniya bi Rojava re li hemû kesî dikin.”   Bertekên li dijî êrîşên Tirkiye û komên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Êrîş îro jî lig elek bajaran hatin protesto kirin.   Xarpêt   Li ber Garaja Xozat a Xarpêtê daxuyanî hat dayîn. Hevseroka DEM Partî ya Xarpêtê Songul Cengîz da zanîn ku êrîşên li hember herêmên Halep, Tel Rifat û Şehbayê sûcên mirovahiyê ne û wiha got: “Bi dehezaran kesên ji dagirkirina komên HTŞ û SMO direvin, li herêmên bi cih didin hedef tên girtin û ev rê li ber karasetan vedike. Ev êrîşên bi piştgiriya deshtilatdariyê pêk tên îradeya jiyanê ya ji bo aştiyê tune dike. Yên pişta xwe dane çeteyanw ê li dijî berxwedana demokratîk a gelan têk biçe. Em banga piştevaniyê li hemû kesî dikin.”    Hatay   Li Hatayê Platforma Ked û Demorkasiyê ya Samandagê li Qada Abdullah Comert daxuyanî da. Li ser navê platformê Çala Cemalî axivî û da zanîn ku navbera gelên Rojhiata Navîn de dijminahî tê afirandin û pêkanînên emperyalîst xistine dewrê. Çagla Cemalî  li dijî êrîşan banga mezinkirina têkoşînê û tevgerê li gelan kir.   Bi banga Platforma Ked û Demokrasiyê ya Antakyayê jî li pêş Dibistana Navîn a Sevsen Nevzat Şahîn daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê ÎHD’a Hatayê Mursel Tonguç Salmanoglu ve hat xwendin.   Antalya   Rêxistina DEM Partî ya Antalyayê jî ber avahiyê daxuyaniyek da.  Hevserokê navçeya Muratpaşa Azîz Alkan axivî û da zanîn ku bi êrîşên dagikirinê hedefa tasfiyekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Azîz Alkan daxuyakirin ku gelê Kurd wê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û banga piştevaniya bi gelê Rojava re kir.