Şandeya navneteweyî ji bo biçe Îmraliyê wê li Enqereyê be 2024-12-02 18:42:25   ENQERE – Parlamenterên DEM Partiyê û Şandeya Navneteweyî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê sibê serî li Wezareta Dadê bidin.   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Şandeya Navneteweyî ya ku di nav de siyasetmedar, sendîkavan û rojnamevan jî hene, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wê serî li Wezareta Dadê bidin.   Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, wê sibe saet di 10.30’an de piştî serlêdanê li ber Wezaretê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.