ROJEVA 02'YÊ KANÛNA 2024'AN 2024-12-02 09:00:00     *Jinên li bazara taxê ya Wanê der barê krîza aborî û fatureyên ku pir zêde tên de axivîn, gotin: “Belê divê zêdebûna fatureyan raweste. Sedema krîzê Erdogan e. Her tişt biha ye, em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Em sobeyê jî nikarin pêxin. Em divê cihekî kêm bibînin  ku fatureya xwe bidin.Mûçeyê asgarî têrî tu tiştekî nake.” DÎMEN HEYE   *Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li kursiya meclîsê jî hatiye qebûlkirin û got divê sererastkirinên qanûnî yên der barê ‘mafê hêviyê’ de demildest bên kirin. DÎMEN HEYE   * Hatîce Şeker der barê qeyûmê tayînê şaredariya Dêrsîmê hatiye kirin de nirxandin kir û wiha got: “Li dijî qeyûman deng neyê derxistin wê mudaxaleyî gelek qadên bê kirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê ji vê hawira tirsê xilas bûn hebe. Di vî alî de divê berxwedan bidome.” DÎMEN HEYE   * Der barê navenda jinan a herî dawî li Peyasê hat vekirin de jinan diyar kirin ku 54 jin bi sedema şîdetê serî li navendê dane. Jinan diyar kirin ku dê bibin yek û bi jinan re qadên awle avabikin. BI DÎMEN