Piştî 25'ê Mijdarê: Rêxistin wê têkoşînê mezin bike 2024-11-29 09:32:18   Pelşîn Çetînkaya   ÊLIH - Aktîvîsta TJA’yê Ruken Zeryam Işik da zanîn ku jinê bi hebûn û nasnameya xwe di bin zextan de, tevî astengiyan berxwedanê didomînin û got: “Me ji bo 25’ê mijdarê xebatên mezin meşandin. Ji vir şûnde jî wê xebatên me bidomin.”   Li her derê cîhanê ji bo azadî û nasnameya xwe berxwe didin û têkoşîna azadiyê mezin dikin. Di van rojên ku em her roj bi tundî û qetilkirina jinan şiyar dibin, li hember destkeftiyên jinan jî êriş bê navber tên meşandin. Jin her sal berbi 25’ê Mijdarê têkoşîna xwe li qadan zêde dikin. Jinên Êlihê ber bi 25’ê Mijdarê ve bi şev û roj, li kolan, taxan û gundan bi jinan re hatin gel hev. Îsal jî tevî hemû qedexeyan jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" daketin qadên 25’ê Mijdarê.   Aktîvîsta  Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruken Zeryam Işik,  derbarê xebatên 25’ê Mijdarê de axivî û got wê li hemû qadan têkoşîn û xebata xwe mezin bikin.   ‘Em bi ‘Jin jiyan azadî’ daketin qadan’   Ruken Zeryam Işik daxuyakirin ku wek TJA di 25’ê Mijdarê de bi dirûşmeya "Li dijî tundiya mêr dewletê jin jiyan azadî" daketine qadan û wiha got: “Beriya meşên 25’ê Midjarê, li Amedê di 5’ê Mijdarê de wek TJA me deklerasyona 25’ê Mijdarê da. Sedema li Amedê deklerasyon aşkerakirin, Narîn bû. Ji bo diyariya Narînê li Amedê hat dayîn. Em dizanin ev ket rojeva hemû Tirkiye û Kurdistanê. Qetilkirina jin û zarokan  derkest asta herî jor. Li hember destkeftiyên jinan êrişên mezin hene. Me jî gotin wê ev 25’ê Mijdarê ne wek yên berê be.”   ‘Li her derê jin jiyan azadî deng da’   Ruken Zeryam Işik bi lêv kir ku li hemû  qadan dirûşmeya "Jin jiyan azadî" deng daye û wiha bi lêv kir: “25’ê Mijdarê bi awayekî xurt bandor li qadan kir. Ji daxuyaniyan bigirin heta meşê girseyî vê bandora xwe li qadan kir. Hemû hedef li qadan hatin ziman. Li gorî salên borî girse hîn bêtir xurt bûn. Bi qedexekirina ‘Jin jiyan azadî’ jinan hîn bêtir qad tije kirin. Li her derê ‘jin jiyan azadî’ deng da."   ‘Em ê xebatên xwe bidomînin’   Ruken Zeryam Işik bi lêv kir ku bi taybet li hember destkeftiyên jinan êrişek mezin heye û divê li dijî van êrişan sazbûnek rêxistinkirî bê avakirin. Ruken Zeryam Işik wiha vegot: “Em ê bi vê sazbûna rêxistinkirî ji vir şûnde li hemû qadan xebatên xwe bê navber bimeşînin. Em ê bi kampanya, atolye û xebatên xwe li qadan bin. Rêxistibûn valahiyê efû nake.  Demên dawî de qetilkirinên jinan derketine asta jor. Divê em li ser vê mijarê bisekinin. Em ê xebatên xwe, têkoşîna xwe bê navber bimeşînin.”