‘Fikr û nêrîn nikarin bên cezakirin’ 2024-11-28 21:17:33   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên li Stenbolê êrîşên der barê binçavkirinan de daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku ji bo welatekî ku fikr û nêrîn neyên cezakirin têkoşîna wan a li dijî zextan wê bidome.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê binçavkirina rojnamevan, nivîskar, parêzvanên mirovan û welatiyan bi daxuyaniyeke protesto kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Koyuncu, Hevserokê DEM Partî yê Stenbolê Murat Bakmaz, Cigirê Serokê CHP’ê ya Stenbolê Alî Ekber Comert û nûnerên gelek partiyên siyasî, sazî û dezgehan beşdarî daxuyaniya li pêşiya Navenda Kirîn û Firotinê ya Şîşlî Cevahîr bûn.   Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Koyuncu anî ziman ku operasyon ne rasthatin in û wiha got: “Hevalên me yên ku li qada kedê li gel karker û kedkaran têdikoşin, binçav kirin. Di van rojan de hevdîtinên budçeyê tên kirin. Ji sedî 25’ê mûçeya kêmane tê ferzkirin. Eger edalet û aştî were vî welatî wê bi têkoşîna hevpar a têkoşîna kedkar û karkeran û têkoşîna azadiya ya gelê Kurd were. AKP-MHP’ê ji vê ditirse. Em ê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.”   Metna çapemeniyê ji aliyê Rêveberê Sendîkaya Kedkarên Giştî (KESK) Eren Ertîn ve hate xwendin. Etkîn diyar kir ku li Tirkiyeyê mafên bingehîn, azadî û mafên sendîkayan nayên dîtin û wiha got: “Zextên ku kesên li dijî pergala ku xizanî, bêedaletî, bêhiqûqî serwer e derdikevin, hedef digire bi binçavkirinan dewam dike.”   ‘Li Tirkiyeyê maf tên tunekirin’   Eren Ertîn bi bîr xist ku biryara nepeniyê danîne ser dosyayê û wiha got: “Tenê tîştek heye ku sedema van operasyonên ku ewqas kes hatin binçavkirin nîşan dide. Tirkiyeyê maf tên tunekirin. Desthilatdariya heyî dixwaze di şexsê kesên ku xwedî li azadî û mafên xwe yên sendîkayî û daxwazên ked, aştî û demokrasiyê derdikevin de zextê li raya giştî bike.”   Eren Ertîn bang kir ku demildest kesên hatine binçavkirin bên berdan û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zextan wê bi biryardarî bidomînin.   Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.