Ji Enqereyê bang kirin: Em jiyana xwe teslîmê wek nakin 2024-11-25 22:54:29   ENQERE - Jin ji bo meşa 25’ê Mijdarê li Kolejê dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ berz kirin û hatin gel hev. Jinan bang li desthilatdariyê kir û gotin: “Em ê hesab bipirsin. Em jiyana xwe teslîmê we nakin.”   Bi banga Platforma Jinan a Enqereyê jin  di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî  li metroya Kolej hatin gel hev. Jinan bi pankartan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ berz kirin û heta Qada Sakaryayê meşiyan.  Li ser navê jinan Îrem Dag metna daxuyaniyê xwend.   Îrem Dag da zanîn ku têkoşîna jinan seranserê dîrokê bêyî sînoran nas bike mezin bûye û got ji xwişkên Mîrabel heta Mahsa Amînî ev têkoşîn aydê jinane. Îrem Dag da zanîn ku ew ji desthilatdariya ku dijminê jinê ye ji mêrgên gumabar hesab diprisin û got: “di malbata we ya ku we jin û zarok hesp kiriye tundî heye destdirêjî heye. Wek got malbata pîroz û tundî rewa kir.Fehskirina Peyman aStenbolê, 6284 ji nîqaşê re vekirin. Xelatkirina gumanbaran.  Emê ji polîtîkayên we yên dijminê jinê hesab bipirsin. Belê em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Em ê bigirin.Berpirsê mirinên jinan xizaniyê  desthilatdariyê ye.  Em xizaniya jinan qebûl nakin.Em qeyûman qebûl nakin. Qeyûm êrîşa li dijî hevserokatiyê ye.Ji Lubnanê heta Rojava li her çar alî cîhanê têkoşîna me jinan hevpare.Em ê jiyana xwe teslîmê we nekin.”    Jin piştî dirûşme û bangên piştevaniyê ji qadê veqetiyan.