Ji MKG'ê peyama 25'ê Mijdarê: Em dengê xwe bilind dikin 2024-11-25 10:37:56   AMED - MKG'ê di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 25'ê Mijdarê de da xuyakirin ku rojnamegerên jin li qadan û li girtîgehan têkoşîna heqîqetê didin. MKG'ê peyama, "Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berfireh bikin" da.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê daxuyaniyek da û xwest, dawî li her cure tundiya li ser jinê bê anîn. MKG'ê bal kişand ser zextên ku jinên rojnameger hem li qadan û hem jî li girtîgehan li dijî wan li ber xwe didin.   MKG'ê di dewamiyê de wiha got:   "Em weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, ji bo bidawîkirina her cure tundiya li ser jinê careke din dengê xwe bilind dikin.   Jin li çar aliyê cîhanê ji mafê jiyanê heta jiyana xwe ya xebatê, ji perwerdehiyê heta jiyana civakî di gelek qadan de tundiya fîzîkî, derûnî, aborî û dîjîtal dibînin. Şîdeta li ser jinê ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, pirsgirêkeke sîstematîk a newekheviyê ye ku di hemû astên pêkhateya civakî de heye.   Em weke rojnamegerên jin dema ji bo heqîqetê têdikoşin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em hem li qadan hem jî li ser platformên dîjîtal li dijî gef, cudakarî û zilmê têdikoşin. Lê bila bê zanîn ku ti hewldanek ji bo qutkirina dengê jinan wê me têk nebe. Bi pênûs, mîkrofon û kamerayên me; Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berfirehtir bikin.   Em hevrêyên xwe yên li girtîgehê yên bedelên herî giran di vê têkoşînê de dane ji bîr nakin. Hevrêyên me yên ku azadiya wan hedef hatiye girtin, bi cesareta xwe hêza xwe didin me. Pênûsên wan bi derbaskirina dîwarên girtîgehan ve qîrîna heqîqetê didomînin. Em bi biryar in ku li derve bibin dengê wan û ji bo bidawîkirina van neheqiyan têbikoşin.   Di vê roja taybet de:   *Hemû beşên civakê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de divê berpirsyariyê bigirin ser xwe.   *Xurtkirina torên hevgirtinê da ku jin di medya, hiqûq, siyaset û qadên civakî de bi hêztir cih bigirin.   *Em bang dikin ku qalibên ku tundiyê xwedî dikin, bên tinekirin û hişmendiya li ser mafên jinan bê zêdekirin.   Weke rojnamegerên jin em ê li pey heqîqetê bin û bibin dengê jinên ku dengê wan nayê bihîstin. Ji ber ku em dizanin ku civakek azad û wekhev tenê di cîhanek ku her cure şîdeta li ser jinê bi dawî bibe pêkan e.   Di 25'ê Mijdarê de em careke din diqîrin:   Tundiya li ser jinê sûcê mirovahiyê ye!   Têkoşîna me ya wekhevî, edalet û azadiyê wê bidome. "