Li Peyasê coşa şanoyê 2024-11-25 08:44:04   AMED - Ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê ve Şanoya Zarokan a MasîReşka Biçûk hat organîzekirin, bala zarokan kişand û şano rastî eleqeyek e mezin hat.   Xebatên hunerî yên Şaredariya Peyasê berdewam dikin. Şanoya Zarokan Masîreşkê Biçûk ku ji aliyê Gerînedetiya Çand û Karên Civakî ve ku hat organîzekirin, li Şanoya Bajêr a Amedê hat nîşandan. Ji ber eleqeya mezin a ji bo lîstika şanoyê MasîReşka Biçûk, gelek kes neçar man li ser piyan temaşe bikin. Şaredariya Peyasê ragihand ku çalakiyên hûnerî yên bi vî rengî dê bidomin.