Pêkhateyên Hesekê li dijî tecrîdê meşiyan 2024-11-20 15:27:20       NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Suryan daketin qadan û ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşiyan.   Têkildarî pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin pêkhateyên Hesekê Kurd, Ereb, Ermen û Suryan daketin qadan û meşek li dar xistin. Meşvanan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Bê serok jiyan anabe”, ”Na ji pergala îşkence û qirkirinê re” hilgirtin. Meşê li ber çerxeriya Kevokê dest pê kir, li çerxeriya Şehîd Serhed a taxa Miftî ya bajarê Hesekê Kantona Cizîrê veguherî mitîngê.   ‘Îro erk û berpirsyariya me azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan e’   Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hena Mistefa tekez kir ku pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pergeleke dijmirovî ye û wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne. Em vê pergalê şermezar dikin û em ê nesekinin heya bigihîjin azadiya Rêberê xwe. Îro gavên dîrokî yên ku jin davêjin hemû bi saya fikir, têkoşîn û berxwedana Rêber Apo ne lewma em xwe ji azadiya Rêberê xwe berpirsyar dibînin. Îro hebûna me weke pêkhateyên herêmê li qadan gaveke serkeftî ye û mînaka serkeftina projeya neteweya demokratîk e. Gerek her kêlî em li qadan bin heya bigihîjin asta civakek azad û demokratîk.”   Meş bi dirûşma “Bijî Serok Apo”,”Na ji pergala îşence û qirkirinê” re bi dawî bû.