Xelatgirên pêşbirka wêneyan a Ceylan Onkol diyar bûn 2024-11-20 12:31:47       AMED - Şaxên Egîtîm Sen'ê yên Amedê xelatgirên 15'emîn Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol eşkere kirin.   Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) şaxên Amedê, encamên pêşbirka wêneyan a ku di çarçoveya "20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê" de li ser navê Ceylan Onkol (12) a li Licêya Amedê bi hawana ku ji qereqolê hat avêtin hat qetilkirin, eşkere kir. Sekretera Sendîkaya Ozgur Gunger Pekgul a Şaxa Amedê di civîna ku li Şaxa Hejmara 2'yem a Egîtîm Senê pêk hat de encamname eşkere kir û bi bîr xist ku di ser qebûlkirina Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî re 35 sal derbas bûn. Ozgur Gunger Pekgul destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bi guhertina şert û mercên li hemberî zarokan şiklên curbecur pêş dikevin.   Kesên pîle girtin   Di Pêşbirka Wêneyan a Ceylan Onkol de ku îsal cara 15’emîn pêk anîn, ji dibistanên seretayî Zeynep Kaçmaz, Arvîn Lena Karakoyun, Tuana Çatak; ji dibistanên navîn jî Bedîrhan Deniz, Lara Îbrahîm û Hatîce Demirel pîle girtin.