Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê 2024-11-19 18:17:59   NAVENDA NÛÇEYAN- Îro bi boneya 25ˈê Mijdarê semîner hatin dayîn, dewreyên perwerdeyê ji bo mêran hatin vekirin û atolye û panel li dar ketin.   Çalakiyên rêxistin û tevgerên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi boneya 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi dirûşma "Bi felsfeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze" dewam dikin.   Amûdê   Rêxistina Kongra Star a bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê bi tevlêbûna 60 mêran dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê li avahiya Kongra Star a li bajar hatiye vekirin. Beşdarên perwerdeyê dê di nava 3 rojan de waneyên li ser qanûna malbatê, hevjiyana azad û zayendperestiyê bibînin.   Til Hemîs   Li bajarê Til Hemîsê jî semînerek ji aliyê Kongra Star ve li ser tundiyê, cureyên wê û rêbazên tunekirina wê hate dayîn.   Semîner bi beşdariya bi dehan jin û mêran li hola navenda çandê ya li rojhilatê Til Hemîsê hate dayîn. Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyana Hisên der barê tundiya li ser jinan de got tundî li erdîngariyeke diyarker sînordar nîn e, lê li her cihekî heye.   Berdevka rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişloyê Îbtîsam Hisên jî diyar kir ku îrade û israra jinan a pêkanîna azadiya xwe û ya gelê xwe wê astengiyan nas neke.   Piştre jî nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan a li hemberî zîhniyeta baviksalar û adetên paşverû de hatin xwendin.   Her wiha beşdaran rêbazên bidawîkirina tundiya li ser jinan nîqaş kirin. Beşdaran têgihiştin û dayîna semîner û panelan ên bi mijara wekheviya di navbera jin û mêran de wek rêyeke rêgirtina li ber tundiyê destnîşan kir.   Tebqa   Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Tebqayê jî atolyeyek bi navê "Rola jinan di qada siyasî û partiyên siyasî de" li dar xist.Atolye li avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li bajarê Tebqayê bi tevlêbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.   Mijara yekemîn a atolye ji aliyê endama Melcisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Tebqayê Muna Dalî ve hat şîrovekirin. Munayê bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di qada siyasî û rola wan a navendî di pêşxistina rêveberiya demokratîk de.   Cîgira hevserokên Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hîba El Hemed mijara duyemîn a atolye bi rê ve bir. Hîbayê astengiyên li pêşiya beşdarbûna jinan di qada siyasî û saziyên civakî de destnîşan kirin û rêbazên pêşxistina beşdarkirina di xebata siyasî de vegotin.   Piştî axaftinan beşdaran li ser rêbazên pêşîlêgirtina tundiyê nîqaş kirin.   Heleb   Malbenda Helebê ya Rewşenbîriyê panelek bi navê "Wateya zayendparêziyê û azadî" li dar xist.Panel li avahiya malbendê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi tevlêbûna endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî hat lidarxistin.   Endama malbendê Şêrîn Şêxo wateya zayendperestiyê û sedemên wê û bandorên wê yên li ser civakê şîrove kirin. Beşdaran jî der barê mijara panelê de nêrînên xwe anîn ziman û rêbazên rêgirtina li ber zayendperestiyê û bidestxistina azadiya jinan vegotin.