Tulay Hatîmogullari: Em li Amed û Enqereyê li çareseriyê digerin 2024-11-19 12:44:07       ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di 25’ê Mijdarê de bang li hemû jinan kir ku derkevin qadan û derbarê qeyûm û pirsgirêka Kurd de wiha got: “Em li hundir, li Tirkiyeyê li çareseriyê digerin. Em çareseriyê li Enqere û Amedê dibînin. Em çareseriyê di hawîrdoreke wekhev, adil û demokratîk û jiyana hevpar de dibînin. Em di muzakereya demokratîk de dibînin û em dibêjin cihê muzakereyê parlamento ye."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) di çarçoveya hefteya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê civîna koma xwe ya Meclîsê li dar xist. Di civînê de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, dayika Rojîn Kabaiş Aygul Kabaiş, malbatên girtiyên Doza Kobanê, nûnerên Komeleya Piştevaniya Erdhejê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm li şûna wê hat tayînkirin, hevşaredara  Bajarê Mezin a Êlih Gulîstan Sönük, Hevşaredara Halfetiyê Saniye Bayram, parlamentera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û gelek nûnerên sazî û dezgehên rêxistinên sivîl tevli mîtîngê bûn.   'Em naxwazin kesek din winda bikin'   Tulay Hatimogullari ku bi silavkirina hemû jinên berxwedêr dest bi axaftina xwe kir, daneyên jinên di sala 2024'an de hatin qetilkirin parve kir. Tulay Hatîmoglullari diyar kir ku berpirsyarê van komkujiyan pergala serdest a mêr e û got, “Hejmara pergala serdest a mêr di 14 salên dawî de rêjeya herî zêde ya qetilkirina jinan nîşanî me dide. Rojîn Kabaiş bi guman jiyana xwe ji dest da. Li cihekî ku her roj jin lê tên qetilkirin kesek nikare ji me re bibêje ku mirina Rojînê ne bi guman e.    Li Dêrsimê ku ji her alî ve ji aliyê qereqolan ve hatiye dorpêçkirin, li cihê ku cerdevanan hema hema haya wan ji teyrê difire heye, Gulistan Doku winda bû û hêj ne diyare ku çi lê hatiye. Derbarê çarenûsa wê de hêj ti daxuyanî nehatiye dayîn. Em ê weke jin bi berdewamî bibêjin 'Gulistan Doku li ku ye?'   Em naxwazin kesek din winda bikin. Em qebûl nakin ku kiryar bi awayekî gumanbar bên kuştin û windakirin û paşê jî di ferhengoka dewlet û mêr de bibêjin 'întîxar kir'. Em ê li her derê, li her qadê xwe bi rêxistin bikin. "Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî, bijî hevgirtina jinan."   'Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e'   Tulay Hatîmogullar, bal kişand ser bêhiqûqiya qeyûm û got: "Tayînkirina qeyûm tê wateya bi destê daraz û polîs darbeya siyasî ya li hemberî Gelê Kurd e. Qeyûm dijminê Gelê Kurd e. Dijminê jinê ye. Dijminê muxalîfan e. Her wiha êrişa li hemberî pergala me ya hevserokatiyê ye. Piştî ku qeyûm hat tayînkirin li Mêrdînê mafê jinan a JinKart hat betalkirin. Bernameyên ku ji bo 25'ê Mijdarê hatibûn organîzekirin hatin betalkirin. Qeyûm li Êlihê serê ewilî malpera ku bi kurdî xizmet dika betal kir. Digotin 'Kurd birayên me ne' biratî heta li vir e. Tehemûlê zimanê kurdî nakin. Her wiha Kreşa Beybûnê ya ku bi kurdî xizmetê dida hat girtin. Mêr tayînê Navenda Şêwrmendiyê ya Jinan kir. Li Xelfetiyê jî qeyûm, mêr tayînê Miduriyeta Polîtîkayên Jinan kir.  Çi dikin bila bikin lê jin dê her bêjin 'Pergala Hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev xeta me ya mor e' û em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin."    Amadekirina budçeyê   Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser muzakereyên budçeyê û xizankirina gel û wiha axivî: “Hikûmet di budçeya navendî de newekheviya civakî dubare dike. Bi awayekî ku gel, kedkar, jin û ciwan hema bêje li ber çavên wan nayên dîtin, butçeyekê amade dikin. Mixabin di peyva zayend de jî di wan amadekariyên budçeyê de cih nagire. Binêrin, para her jinekê di butçeya 2025'an de 139,3 TL ye. Bifikirin ka em ê çiqas ji vê xerc bikin, em ê çiqas ji vê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. Êdî li Tirkiyeyê ji bo parastina jinan a li hemberî şîdetê stargeh nayên çêkirin. Êdî hewcedariyên stargehan di rojeva Tirkiyeyê de nîne. Di sala 2018'an de hejmara stargehan 110 bûn heta niha tenê 2 stargeh lê zêdekirine. Hejmar bûye 112. Îktîdar berpirsê xizaniya kûr e."   'Dil û wijdan ziwa bûye'   Tulay Hatîmogullari, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kampanyayê meclîsa jinan: "Kampanyaya 'Em di jiyana wekhev û azad de bi isar in û xwe birêxistin dikin' ya partiya me ye. Her wiha bi 'Hevdîtinên Nan û Edaletê' em çûn gelek cihên Tirkiyeyê. Kî vî welatî îdare dike? Ma ne hikûmeta AKP-MHP’ê ye? Ma hûn ji vê xizaniyê ne berpirsiyar in? Ma hûn difikirin ku hûn ê ji erk û berpirsiyariya rûbirûbûna vê yekê, plansazkirina dema cîbicîkirina budceya 2025'an û çêkirina budçeyê ji bo feqîran rizgar bibin? Hûn nikarin ji destê xizanan rizgar bibin. Hûn nikarin ji hêrsa dayika ku nikare qedehek şîr bide zarokê xwe xilas bibin. Binêrin, di bûyera ku me rojên borî li Îzmîrê jiyan kir de 5 zarok şewitîn. Pênc zarok! Ev hikûmet weke ku tu berpirsyariya wê tune be axivî. Wek nûçeyeke magazîn di çapemeniyê de hat dîtin. Dil û wijdanê wan ziwa bûye."   'Li vî welatî pirsgirêka kurd heye'   Hevserok Tulay Hatîmogullari, destnîşan kir ku li vî welatî û herêmê pirsgirêka kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dubare dikim, binxêz dikim: Ji kesên ku dibêjin pirsgirêka kurd tune ye, ez careke din binxêz bikim: Li vî welatî û herêmê pirsgirêka kurd heye. Di nîqaşên van rojên dawî de me di her firsendê de li ser vê mijarê gotina xwe anî ziman. Li vir ez careke din tekez dikim: Em wek DEM Partî alîgirê aştiyeke bi rûmet a li ser bingehên demokratîk in. Ji bo vê jî divê demildest tecrîda Îmraliyê bê rakirin. Divê Birêz Ocalan azad bibe.    Polîtîkaya nakokiyê bi salan tê ceribandin, lê pûç e, nikarin bi ser bikevin. Yên ku dibêjin DEM Partî ne alîgirê çareseriyê ye, derewan dikin. Ev îftira li me ye. Hûn bi vê hewldana lihevnekirinê çi armanc dikin? Tu ji bo kê dipeyivî, gotinên kê dinivîsî? Ti kes nikare me, Partiya DEM'ê, ji bo xitimandinê sûcdar bike. Gelê Tirkiyeyê ji van teorî û nêzîkatiyên komployê bêzar bûye.   Em li hundir, li Tirkiyeyê li çareseriyê digerin. Em çareseriyê li Enqere û Amedê dibînin. Em çareseriyê di hawîrdoreke wekhev, adil û demokratîk û jiyana hevpar de dibînin. Em di muzakereya demokratîk de dibînin û em dibêjin cihê muzakereyê parlamento ye. Me jinan bi destên xwe tovên aştiyê li axên xweş ên Anatoliya û Mezopotamyayê çand. Em bi biryar in ku tovên aştiyê bi destên xwe av bidin û aştî wek darên şîn û rengîn li axên Anatolya û Mezopotamyayê şîn bibin.   'Me rêziknameya paşnavê bi têkoşîneke hevpar paş vekişand'   Tulay Hatîmogullari, wiha bal kişand ser têkoşîna jinan a hevpar: "Binêrin, ger em li mala xwe rûnin û yek bi yek li çareseriyan bigerin, ji xwe bawer bin ku em bi ser nakevin. Ger em hemû bi hev re têkoşîneke bi bandor bimeşînin, ji bo jinan bi taybetî di bin banê meclîsê de bi hev re bicivin, tevî cudahiyên xwe em dikarin bi ser bikevin. Binêrin me çi bi dest xistiye! Bi saya têkoşîna hevpar a jinan me di 9'emîn Pakêta Dadweriyê de gotara paşnavê jinan vekişand. Di salên dawî de di serdema desthilatdariya otorîter a AKP'ê de, mûxalefetê hema bêje ti made ji holê ranebû. Ger çend xal hatin vekişandin, bawer bin, jinan bi têkoşîna xwe ev yek bi dest xist. Ji Trabzonê heta Amedê, ji Îzmîrê heta Edeneyê em dikarin encamên têkoşîna hevpar û bi biryar a jinan li her derê bibînin.   Helbet ev têr nake jinên delal. Jin piştî zewacê jî bi awayekî defakto ji bikaranîna paşnavê xwe re tên astengkirin. Em careke din destnîşan dikin ku divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bê şopandin. Em ê ti carî vê yekê li pey xwe nehêlin. Heta ev biryar bê dayîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.   Cîhanek din gengaz e   Jinên delal, werin em xewnekê bibînin, em bi hev re xewnekê bijîn. Werin em di her astê de xewna Tirkiyeyê bibînin. Di hemû astan de pergala hevserokatiyê heye. Werin em bi hev re bifikirin ku di rêveberiyên herêmî de şaredariyên jinan, dezgehên jinan û navendên têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û zarokan hene. Werin em bi hev re xeyal bikin ku em butçeyek hestiyar a zayendî çêkin. Werin em bifikirin ku me Wezareta Jinê ava kir; Werin em bifikirin ku em bi hev re guhertin û veguhertineke mezin a civakî bi taybetî di meclîsê de çêbikin da ku jin bi bandortir beşdarî siyasetê bibin. Werin em bifikirin ku polîtîkayên aborî yên adil li vî welatî tevdigerin, ku kes birçî namîne, ku kes nikare xwedan stargehek adil be bêyî ku xema dayîna fatûreyan, qertên krediyê an kirê bike. Bila hemû bifikirin ku em di nav aştî û aramiyê de dijîn.   Em ê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin   Me jinên li her derê Tirkiye û Kurdistanê ji bo daketina kolan û qadan dest bi amadekariyên xwe kirin. Di 25’ê Mijdarê de em ê bi dirûşmeya “Em di Jiyana Azad û Wekhev de israr dikin, Di Berxwedana Serhildana li Dijî Şîdeta Mêr-Dewletê de Em li kêleka hev in” dakevin qadan.   Di 25’ê Mijdarê de em ê li seranserê Tirkiyeyê bi hev re ji bo ked, nasname û bedena xwe biqîrin. Û em ê bibêjin, destên xwe yên bi xwîn ji laşê me bikşînin. Em ê di 25’ê Mijdarê de li dijî xizaniya jinan, bêkarî, îstîsmara kedê, şer, şîdeta mêr-dewlet û desthilatdariya mêtînger li qadan bin û em ê serhildana xwe mezin bikin.   Em ê bi hêvî û îradeyê meşa xwe bidomînin ku li van xakan aştiya bi rûmet ava bibe. Bê îstîsna em di 25’ê Mijdarê de li qadan bin. Werin em dengê xwe bilind bikin. Divê tu jin bi tenê nemîne. Werin em bi hev re bimeşin, em bi hev re bimeşin da ku em ji hev re bibin hêz, em ji hev hêzê bigirin. Em bi hev re xurt in. Jin, Jiyan, Azadî !"