Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan a DBB'ê derket fînalê 2024-11-19 11:07:55       AMED -Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan a DBB'ê di maça nîvfînalê de tîma Lîseya Anadoluyê ya Fatîh Sultan Mehmet (FSM) 3-0 têk bir û derket fînalê. DBB dê di fînalê de bi Îçkalessporê re were hemberî hev.    Tîma Voleybolê ya Jinên Ciwan a ku di çarçoveya Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Sporê de hat avakirin a Şaardariya Bajarê Mezin a Amedê (DBP) di maça heftemîn de bi ser ket. DBB ku di kategoriya voleybolê ya Jinên Ciwan de dikeve pêşbirkê ji bo pêşbirka nîvfînalê bi tîma Lîseya Anadoluyê ya Fatîh Sultan Mehmet (FSM) re hat hemberî hev. Di pêşbirka li Salona Sporê ya Koşklerê da tîma DBB'yê bi encama 3-0  li hemberî hevrikê xwe derket fînalê.    DBB dê di fînalê de bi Îçkalessporê re were hemberî hev   Di maça din a nîvfînalê da Bağlar Belediyespor û Îçkalesspor hatin hemberî hev. Îçkalespora ku di pêşbirkê da tîma hemberî  xwe 3-0 têk bir, di fînalê de wê bi Diyarbekir Büyükşehir Belediyesporê re bê hemberî hev.