Mala Bêhnvedanê ya Jinan a Meryemxan li Şaxê hate vekirin 2024-11-18 18:24:12   WAN - Li navçeya Şaxê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de Mala Bêhna Jinê ya Meryemxanê hat vekirin.   Şaredariya Şaxê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê Mala Bêhna Jinê ya Meryemxanê vekir. Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyan ên Wanê, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî vekirina mala bêhnvedanê ya ku ji bo hatina jinan hatiye çêkirin, bûn.   'Mala bêhnvedanê ji bo hemû jinên Şaxê bi xêr be'   Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Wanê Gonûl Uzunay di vekirinê de axivî û diyar kir ku ji bo jin xwe di jiyanê de nas bikin û bibînin pêwîstiya mala bêhnvedanê heye û got, "Bila mala bêhnvedanê bi kêrî hemû jinên Şaxê bê. Dîroka vekirina mala bêhnvedanê ya ku di 25ê Mijdarê de hat vekirin jî ji bo me pir girîng e."   'Em ê li dijî qirkirina jinan têbikoşin'   Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axivî û diyar kir ku zîhniyeteke ku dixwaze li ser hebûna jinê desthilatdariyê bike heye û got, “Bi hezaran sal in jin li hemû qadên jiyanê tên qetilkirin. Ev polîtîkaya qirkirina jinê ye ku tê meşandin. Em ê bi hebûna xwe li dijî vê qirkirina jinê têbikoşin. Ji ber ku felsefeya 'Jin jiyan azadî' ya ku em esas digirin, nîşanî me dide ku heta jin azad nebe civak azad nabe."   Piştî axaftinan jinan govend gerandin sohbet kirin.