Ji TJA'yê Komxebata 'Tecrîd û şerê taybet' 2024-11-18 18:20:37   AMED - TJA’yê li Taxa Çaroxî ya Sûrê komxebata tecrîd û şerê taybet organîze kir.   Çalakiyên bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) yên bi çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê tên lidarxistin, dewam dikin. Di çarçoveya çalakiyan de li Taxa Çaroxî ya Sûrê komxebatek hat lidarxistin. Di komxebatê de gelek jin, aktîvîstên TJA'yê jî amade bûn.   Li vir der barê tecrîd û şerê taybet de ji jinan re pêşkêşî hatin kirin.   Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray di komxebatê de axivî û diyar kir ku pirsgirêkên jinan ji ber sîstemê derdikevin û heta jin azad nebe civak azad nabe. Sultan Yaray, anî ziman ku sîstem jinan di nava malan de dihêle û tenê weke hevjîn û dayika kesekî di nava civakê de cih dide wan, lê weke jinên têkoşer ti carî destûrê nadin vê yekê.   Komxebat piştî axaftinan bi dawî bû.