'Atolyeyên jinan ên li dijî şerê taybet' dewam dikin 2024-11-18 15:01:05       ÇEWLÎG – Jin di çarçoveya "Atolyeyên jinan ên li dijî şerê taybet" de hatin cem hev, hat destnîşankirin ku divê li ji bo pirsigrêkên jinan divê rêyeke teşîrkirinê hê avakirin.   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) xebatên xwe yên di çarçoveya "Li dijî şerê taybet atolyeyên jinan" bi pêşengiya Meclîsa Jinan didomîne. Di vê çarçoveyê de jin bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar li avahiya Rêxistina Bajarê Çewlîgê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin cem hev. Tevî Tevgera Jinên Azad (TJA) gelek jin beşdarî atolyeyê bûn.   Di atolyeya hat lidarxistin de jinan bal hat kişandin ser zêdebûna komkujî û zextên li ser jinan û li hemberî vê yekê pêşniyar hatin kirin.  Di atolyeyê de hat destnîşankirin ku divê li Kurdistanê ku polîtîkayên şerê taybet lê zêde dibin, rêyên teşîrkirinê bên vekirin.   'Têkoşîna me ya bi rûmet wê rê nîşanî me bide'   Jinên ku beşdarî atolyeyê bûn jî behsa hin pirsgirêkên ku jiyane û têkoşîna xwe ya li hemberî wan kirin. Endamên DBP û TJA'yê diyar kirin ku ew ê li hemberî pirsgirêkên jinan destekê bidin jinan û gotin, "Têkoşîna we ya bi rûmet wê rê nîşanî me bide. Em ê tundiya mêr-dewletê û polîtîkayên şerê taybet li her qadê teşîr bikin."   Atolye bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.