Şaredariya Peyasê wêneyê jinên hatin qetilkirin da pêşandan 2024-11-18 14:28:26       AMED- Rêveberiya Jin a Şaredariya Peyasê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li ber deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê beşek ji bo wêneyên jinên hatin qetilkirin veqetdan û wêneyên wan da pêşandan.    Di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Cîhanê de, Midûriyeta Jinan a Şaredariya Peyasê ya Amedê, li ber deriyê avahiya xizmetê ya şaredariyê beşek ji bo wêneyên jinên hatine qetilkirin veqetdan û wêneyên wan da pêşandan, herwiha di pêşangehê de çîrokên jinan jî cih girtin.