Ayla Akat Ata: Derî vekin, gel dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîze 2024-11-17 15:38:28   ÊLIH – Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mîtînga  “Demokrasî û Azadî” de axivî û diyar kir ku ger çareserî pêk were ev çareserî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Siyasetmedar Ayla Akat Ata got, “Bila muxatab amade bin. Derî vekin, ev kes dixwazin dengê birêz Ocalan bibihîzin. "Ev gel dixwazin dengê her kesê ku ji bo çareseriyê biaxive bibihîzin."   Mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya ku bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hat lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir. Li qada mîtîngê ku bi hezaran kes ji bajarên Kurdistanê tevlî bûn, timî dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Di mîtîngê de yekemîn Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir axivî.    Keskîn Bayindir li qada mîtîngê ji girseya gel re axivî û got, “Gelê Kurd li ber xwe dide, bi yekîtî, rêxistinbûn û pêşengiya xwe li ber xwe dide. Em ê teqez serkeftinê bi dest bixin. Ji min bawer bikin, em ê teqez bi ser bikevin. Ev têkoşîn, berxwedana we wê teqez bigihêje armanca xwe ya azadiyê."   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya ku Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Êlihê li dar dixe de axivî.    ‘Her bijî gelê Kurdistanê’   Keskîn Bayindir , bal kişand ser girseyê û got: “Bila seydayê Ehmedê Xanî êdî hesret nekişîne, bila Cegerxwîn xem neke, va ye gelê Kurd li ser piyan e. Bi yêkitiya xwe, bi tifaqa xwe, bi tevgera xwe, bi pêşengên xwe li ser piyan e. Her bijî gelê Kurdistanê. Em ê teqez bi ser bikevin, ev berxwedana we dê teqez bigihîje armanca xwe.”    ‘Tîna azadiyê ji kevanê derketiye’   Bi domdarî Keskîn Bayindir anî ziman ku bi rojan e li Êlih û Kurdistanê berxwedan heye û got ku gelê Kurd bajar kirine bajarên serkeftin û berxwedanê. Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila desthilatdar baş bizanibin ku tu hêz nikarin pêşiya têkoşîna azadiya gelê Kurd bigire, nikare pêşî li serkeftina gelê me bigire. Tîna azadiyê ji kevanê derketiye. Kes nikare bi paş de vegerîne, heya serkeftinê û azadiyê. Em silavên germ ji Kurdên Ewropayê re dişînin. Do bi dehhezaran Kurd ji Kolnê silavên şoreşgeriyê ji Batmanê re şandin, em jî silaveke germ ji Kurdistanê bişinîn Ewropayê. Gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê, li Rojhilata Navîn heya li çar aliyê dinyayê ji bo azadiya xwe têkoşîneke dîrokî dimeşîne. Ev azadî dê bi azadiya rêzdar Ocalan re tacîdar bibe. Ger li Kurdistanê aştî û çareseriyeke bi rûmet hebe ew jî dê bi rêbertiya Rêzdar Ocalan pêk were.”    ‘Ez li hemberî hileyên we serî natewînim’   Di berdewamê de Keskîn Bayindir bal kişand ser nîqaşên îktîdarê yên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û ev tişt anî ziman: “Ger ku pêvajoyek hebe em dixwazin ji rêzdar Ocalan bibihîzin. Birêz Ocalan got tecrid berdewam dike. Heya tecrîd berdewam be ev pêvajo derew e. Bila gelê bi têkoşîna xwe bawer bibe. Pir Seyîd Riza digot; ‘Ez li hemberî hileyên we serî natewînim.’ Gelê Kurd edî bi hileyê wan dek û dolabên wan dizanin. Gelê Kurd êdî tu car nayê xapandin. Hûn çareseriyê dixwazin çareserî diyar e navnîşan jî rêzdar Ocalan e. Ji aliyek qeyûm tayînî ser îradeya gelê Kurd ji aliyê din tecridê berdewam bikin, ji aliyek dê operasyonên leşkerî û siyasî berdewam bikin. Ji aliyê din ve dibêjin em birayê hev in. Em birayê bêbextiyê nînin. Ger ku niyeta we ya biratiyê û aştiyê hebe navnîşana wê diyar e. Çareserî birêz Ocalan e, navnîşan jî Îmrali ye.”    ‘An azadî an azadî’   Têkildarî tayînkirina qeyûman jî Keskîn Bayindir ev bertek nîşan da: “AKP û MHP bi hovane qeyûman tayîî îradeya gelê kurd dikin. AKP û MHP qeyûmên Tirkiyeyê ne. Kurd ji bo çareseriyê amede ne. Kurd rê nadin bêbextiyê. Gelê Kurd azadiya Kurdistanê dixwazin. Em di sedsalek nû de ne. Ev sedsal sedsala gelê Kurd e. Ev berxwadan ev têkoşîn û tifaqê de li hemû dinyayê bela bibe, heya azadiyê berxwedan. An azadî an azadî.”   Rêya ku Abdullah Ocalan vekir...   Ayla Akat Ata, anî ziman ku qeyûm xwedî polîtîkaya şerê taybet e û wiha got: “Tevî ku berdêla ciwanên me diyar e, yên ku dixwazin pirsgirêka aştiyê ji rojeva gel dûr bixin hene. Deng û gotinên me yek in. Tevî terora dewletê ev 2 hefte ne jî em li vê qadê bi hev re ne. Em bi hev re ne ku gotina xwe bibêjin. Pêwîst e ji vê qadê bersiva vê siyasetê bidin; TJA tevgereke jinê ye ku bi salan bedelên mezin daye. Jin weke hêza herî dînamîk a vî gelî bi salan e li her derê aniye ziman. "   Îmralî rêya çareseriya demokratîk û herî dawî jî rêya aştiyê ye   Ayla wiha got:"Rêya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye vekirin rêyeke ku ev gel bi hev re, mil bi mil bimeşin. Çi kêm e? Gel dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîse' . Gel got, Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye. Mafê tu kesî tune ku xeletiyan bike, mafê kesî tune ku mirovan bixapîne. Ev gel, jin û dayikên Kurd li vir in. Tevgera jinên Kurd a ku di sala 2013’an de li ser maseyê rûniştibû û beşdarî muzakereyan bû, li vir e. Amade ne ku berdêla çareseriyê bidin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û desthilatdaran vexwînin çareseriyê. Jin, dayik amade ne. Bila muxatab amade bin. Ev gel dixwazin dengê birêz Ocalan bibihîzin. Ev kes dixwazin dengê her kesê ku ji bo çareseriyê biaxive bibihîzin. Van kesan guhdariya birêz Bahçelî, Erdogan û Ozer kirin. Ew guh dide dengê her kesî, lê îradeya wî heye ku bizane kî derewan dike, kî xelet dike, kî raya giştî dixapîne û kî rastiyê nabêje û hêza wî heye ku rastiyê bi rêxistin bike."   Axaftina Ayla Akat Ata gelek caran bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hate qutkirin.