Li Kolnê li dijî tecrîdê kurdistanî û dostên xwe kom dibin 2024-11-16 13:32:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya dîrokî ya ku li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo Rêber Apo tê lidarxistin de, Kurdistanî û dostên wan tên ba hev.   Beriya mîtînga ku wê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê li Kolnê bê lidarxistin, qada ku wê meş lê dest pê bike tejî bû. Li gorî agahiyên ji komîteya amadekar hatine girtin, gelek otobusên ji welatên din û bajarên derdor ji bo mîtîngê hatine. Meşvanên ku wê wesayîtên xwe beşdarî meşê bibin, hîn jî diherikin qadê. Çalakvanên digihijin qadê jî, bi govend, tilîlî û dirûşman li benda meşê ne.   Ji bo çalakiyê ji çar aliyên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev. Çalakvan li qada Detuzer Werft kom dibin. Piştî kombûnê, çalakvan wê dest bi meşê bikin û piştre li heman qadê mîtîngekê li dar bixin.