Li Wanê navendeke din a jiyanê ya jinan hat vekirin 2024-11-15 23:05:50   WAN - Şaredariya Rêya Armûşê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de Navenda Jiyanê ya Jinan a Bostaniçî vekir.   Şaredariya Rêya Armûşê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de Navenda Jiyanê ya Jinan a Bostaniçî vekir. Hevşaredarên Bajarên Mezin û navçeyan, Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan û gelek jin beşdarî merasîma vekirinê bûn.   Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya Rêya Armûşê Nûrhayat Polat di vekirinê de axivî û diyar kir ku ew weke DEM Partî jinan ji xwe re esas digirin û got, “Em partiyeke ku bi felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ dimeşe. Em Navenda Jiyanê ya Jinan diyarî hemû jinan dikin.”   Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal destnîşan kir ku polîtîkayên qirêj ên zîhniyeta mêr bi taybetî li hemberî jinan tê meşandin û banga berxwedana bi rêxistinî kir.     Merasîma vekirina navendê piştî gerandina govendê bi dawî bû.