Mîtîng dê li Xaçerêya Dortyola Êlihê bê lidarxistin 2024-11-15 15:29:13     ÊLIH - Ji bo mîtînga "Demokrasî û azadiyê" ya ku dê li Êlihê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bê lidarxistin destûr hat dayîn.    Ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya ku dê di 17'ê Mijdarê de li Elihê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve bê lidarxistin destûr hat dayîn. Walîtiya Êlihê serlêdana Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê nirxand û biryar da ku mîtîng li ser Kolana Amedê li Xaçerêya Dortyolê bê lidarxistin.  mîtîngekê li dar bixe.   Mîtîng wê roja Yekşemê saet 13.00’an li Xaçerêya Dortyolê bê lidarxistin.