Jin li dijî cezayê li Werîşe Mûradî hatiye birîn, derketin 2024-11-15 14:23:20     AMED - Dayikên Aştiyê yên ji bo şermezarkirina cezayê darvekirinê ya li girtiya siyasî Werîşe Muradî endama KJAR'ê hatin cem hev, diyar kirin ku ew li dijî biryarê ne û gotin, "Jin jiyan e, divê jiyan neyê qetilkirin."   Girtiya siyasî Werîşe Muradî ku endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ye, di 10’ê Mijdarê de ji aliyê Şaxa 15’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve bi îdiaya “xiyanetê” cezayê darvekirinê lê hat birîn. Cezayê îdamê yekem car ji aliyê jinên girtî ve li Girtîgeha Evînê hate protestokirin. Dayikên Aştiyê li Amedê jî ji bo şermezarkirina biryarê hatin cem hev. Li ser navê Dayikên Aştiyê yên li navçeya Rezan a Amedê li ber avahiyên saziyên xwe hatin cem hev Mûrvet Demîr daxuyanî da.   'Jin jiyan e, jiyanê qetil neke'   Murvet Demîr, anî ziman ku ew cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatiye birîn, qebûl nakin û got, “Îro ji bo Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, em li vir hatin cem hev. Em bang li dewleta Îranê dikin. Em wek Dayikên Aştiyê li dijî vê biryarê ne. Em ji vir bang li dewletên navneteweyî jî dikin. Bila cezayê îdamê rakin. Jin jiyan e, divê jiyanê nekuje. Em wan şermezar dikin. Em wan vedixwînin mirovahiyê."   'Li ser navê ol mafên me desteser dikin'   Murvet Demîr jî ji bo qeyûmên ku piştre hatine wezîfedarkirin ev tişt got: “Em dev ji vîna xwe bernadin, bila ji welatê me derkevin. Em bi vîna xwe bi ser ket. Em wan naxwazin. Li ser navê olê dest danî ser îrade û mafên me. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin ew ji welatê me derkevin."   Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Jin jiyan e, jiyanê qetil nekin" bi dawî bû.