ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2024'AN 2024-11-15 09:00:00     *Endama PM'ê ya SYKP'ê Çagla Ozgençturk, têkildarî tayinkirina qeyûman wiha axivî: "Tayînkirina qeyûm ên ji aliyê hikûmetê ve tê wateya  tunehesibandina vîna gel. Eger îro careke din hilbijartin çêbibe, dê hevşaredarên heyî dê bi ser kevin." BI DÎMEN    *Pêvajoya Bêrîvanbûnê bû ku Binevş Egal tevlî têkoşînê bû û piştre dest bi rêwîtiya vegerê li koka xwe kir. Di şopa wê de bi hezaran jinên Botanê bi îdîaya tiştên ku li pey xwe hiştibûn û li hevgirtinê digeriyan, ji bo xwedî li nirxên ku wê diparêzin û temsîl dikin re dilsoz bimînin serî hildan. Em dikarin pêla serhildanê ya ku afirandiye, weke veguherandina kiryarê di teoriyê de û teqîna kalîte ya kombûneke mîqdar şîrove bikin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Seroka Komaleya Jinê ya Starê Zeynep Demîr, diyar kir ku rapora otopsiyê ya Rojîn Kabaiş a ku ji parêzeran re hat eşkerekirin, 2 roj in li Serdozgeriya Komarê ya Wanê tê girtin û wiha got: "Di raporê de bi zelalî tê gotin ku sedema mirinê 'xeniqîna di avê de' bû. Lêbelê, ne diyar e ku xeniqandin bi çi awayî pêk tê. Derbarê dem û roja mirinê de ti biryareke berbiçav nîne. Her wiha tê gotin ku di laş de gelek rizîbûn çêdibe. Tu tespîtkirina îstîsmarê tune." BI DÎMEN