Xebatên mîtîngê tax bi tax dewam dikin 2024-11-14 22:49:09   ÊLIH - Çalakiyên ji bo mîtînga li dijî tayînkirina qeyûman û tecrîdê a 17’ê Mijdarê wê li Êlihê bê lidarxistin, di saetên êvarê de dewam dikin.   Xebatên ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadî" ya di 17'ê Mijdarê de li Elîhê ku ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve li dijî tayînkirina qeyûman û tecrîdê tê lidarxistin, bênavber dewam dikin. Aktîvîstên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî ), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) danê êvarê li gelek taxên Elîhê dirûşma "Berxwedan Jiyan e Qeyûm Talan e" berz kirin.   Heyet ketin qehwexaneyan û esnafan ziyaret kirin û girîngiya mîtîngê ji welatiyan re vegot. Heyetê bang li hemû welatiyan kir ku di 17'ê Mijdarê saet di 13.00 de li Xaçerêya Basînê tevli mîtingê bibin.