Çalakvanên mafên jinan ên Kurdistanê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin 2024-11-11 14:29:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Komek çalakvanên mafên jinan yên Kurdistanê bi daxuyaniyekê cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hatî birîn şermezar kirin.   Dadgeha Şoreşa Tehranê ya rejîma Îranê duh bi tometa ‘endamtiya rêkxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û Endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî birî. Nerazîbûnên dijî cezayê darvekirinê her ku diçe zêde dibin. Divê çarçoveyê de komek çalakvanên mafê jinan yên li Kurdistanê daxuyaniyek parve kirin.   Daxuyanî wiha ye:   “Em weke jinên azad û têkoşerên Kurdistanê, cezayê darvekirinê yê li Werîşe Muradî hatî birîn, weke binpêkirinek eşkere ya mafê mirovan û karek ne rewa dibînin û bi tundî şermezar dikin. Zêdebûna cezayên darvekirin û girtinê, jiyana têkoşerên jin xistiye bin gefek cidî. Ev rewş ji bo jinên têkoşer û xelkê azadîxwaz nayê qebûlkirin. Ji bilî têkoşînek hevbeş ti bijardeyek me ya din nîne, divê em hemû bihevre vê rewşa niha derbaz bikin û atmosferek bi tendurist û guncav ji bo xwe û xelkê ava bikin.   ‘Divê demek ji ya din zûtir ev ceza bê xirakirin’   Em bang li raya giştî ya nerazî, karker, çalakvanên mafê jinan, jinên nerazî, ciwan, xwendevan û hemû xelkê dikîn, li dijî cezayê darvekirinê ya ku di rastiyê de kuştina bi qest ya rejîmê û ji bo xirabkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî rawestin û bêdeng nemînin.   Em bang li hemû rêxistin û saziyên mafê mirovan, bi taybet li Neteweyên Yekbuyî dikin ku li dijî cezayê darvekirinê rawestin.   Darvekirin û bêdengkirina rejîmê, wê ti carî sedema mayîna vê desthilatê û nabe jî. Em weke jinên azadîxwaz cezayê darvekirinê bi tundî şermezar dikin û divê demek ji yadin zûtir ev ceza bê xirabkirin.”