Rêxistina Sara: Em ê dawî li tundiyê bînin 2024-11-11 14:24:35   HELEB - Ji Rêveberiya Rêxistina Sara Perîşan Reşîd da zanîn ew ê di 25'ê Mijdarê de li kolanan bin û wiha got:"Di roja me ya îro de ji aliyê zihniyeta mêrane ve hîna jî tundî li ser jinê tê meşandin lê belê her çiqas tundî heya roja me ya îro were dewam kirin ewqas jî em bi israr kar û xebatê dikin da ku em li dijî tundiya heyî bibin bersiv. Bi xebatên xwe em ê dawî li tundiyê bînin."   Bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê Rêxistina Sara li Helebê daxuyanî da û hemleya xwe ya ji bo 25'ê Mijdarê eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê endama Rêxistina Sara ya bajarê Helebê Zeyneb Elîko ve hat xwendin.   Ji Rêveberiya Rêxistina Sara Perîşan Reşîd a tevli daxuyaniyê bû nêrînên xwe bi me re parve kir.    Çalakiyên wê bên lidarxistin   Ji Rêveberiya Rêxistina Sara Perîşan Reşîd axaftina wiha got:"Me jî weke Rêxistina Sara bi riya dayina daxuyaniyê dest bi çalakiyên xwe yên di çarçoveya 25'ê Mijdarê de kir. Wê çalakiyên me ji bo li dijderketina tundiyê hebin. Wê belavok bên belavkirin, daxuyanî bê dayin, meş û semîner bên lidarxistin."   'Bi xebatên xwe em ê dawî li tundiyê bînin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Perîşanê wiha got:"Di roja me ya îro de ji aliyê zihniyeta mêrane ve hîna jî tundî li ser jinê tê meşandin lê belê her çiqas tundî heya roja me ya îro were dewam kirin ewqas jî em bi israr kar û xebatê dikin da ku em li dijî tundiya heyî bibin bersiv. Bi xebatên xwe em ê dawî li tundiyê bînin. Ew jî bi rêka zanîn û perwerdeyên ku em bidin jin û endamên malbatê. Ji ber ku jin di nava hin malbatan de hîna negihiştiye wê asta ku ji tundiya ku li ser wê tê ferzkirin, xwe biparêze."