Kesên di Komkujiya Garê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn 2024-11-10 13:50:45     ENQERE - Kesên di Komkujiya Gara Enqereyê de hatin qetilkirin, di meha 109’emîn de hatin bibîranîn.    Di 10’ê cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê êrişî mitînga “Aştî û demokrasiyê” ya hêzên ked û demokrasiyê ya li Qada Garê ya Enqereyê kir û 103 kes hatin qetilkirin. Kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin, di meha 109’emîn a komkujiyê de li Gara Trenê hatin bibîranîn. Endamên Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, malbatên kesên hatin qetilkirin û birîndarkirin, Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê, rêveberên bajar û ÎHD’ê tev li bûn.    Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Berdevkê Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Îhsan Seylan axivî û kesên hatine qetilkirin bibîranî. Seylan, da zanîn ku tu peywirdarên cemaweriyê yên di dema komkujiyê de gaza îsotê avêtin û bûne sedema mirina gelek birîndaran nehatin darizandin. Seylan, diyar kir ku li qesrên edaletê tenê darizandinên necidî hatin kirin û hat xwestin ku bi ser komkujiyê bigirin.    '109 meh in em li edaletê digerin'   Hevberdevkê Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik jî diyar kir ku ev 109 meh in li edaletê digerin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Îshak Kocabiyik xwest ku kêmasiyên Bîrdariya Aştî û Demokrasiyê bên temamkirin. Kocabiyik got ku xwîna 103 hevalên wan hêj li meydanê ye û ji bo danişîna dozê ya di 24’ê kanûnê de jî bang kir. Di heman demê de Kocabiyik bertek nîşanî tayînkirina qeyûman jî da.    'Aştiyê qetil nekin'   Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî destnîşan kir ku di Komkujiya 10’ê Cotmehê de dewletê polîtîkaya necezakirinê esas girtiye û di dîrokê de weke qirêjiyekî cih girtiye. Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat jî kesên hatin qetilkirin bi bîr anî û wiha bang li îktîdarê kir: “Aştiyê qetil nekin.”