'Heta qeyûm biçe em ê li qadan bin' 2024-11-10 10:09:05   Pelşîn Çetinkaya   ELIH- Jinên ku piştî qeyûm tayînî şaredariya Êlihê hat kirin çalakiyên xwe didomînin, diyar kirin ku qeyûm pêkanîneke kolonyalîzmê ye û gotin ku heta qeyûm biçe ew ê li qadan çalakiyên xwe bidomînin.    Piştî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31'ê Adarê de pêk hatin, hikûmeta AKP-MHP'ê gelek şaredarî winda kirin. Gel îradeya xwe nîşan da û şaredariyên ku li Kurdistanê qeyûm tayînî wan hatin kirin, paşde girt. Li gelek deverên Tirkiyeyê şaredarî bi 'lihevkirina bajaran' hatin bidestxistin. Piştî 31'ê Adarê desthilatdariya AKP-MHP'ê xwest tecrubeyên xwe yên berê bike pratîkê. Pêşî hewl da ku mazbataya hilbijartinê nede Hevşaredarê Wanê. Lê ji ber berxwedana gel neçar ma paşde gav biavêje. Piştre Qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê  hat kirin. Di 30'ê Cotmehê de qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê ya ku bi "lihevkirina bajaran" ketibû bin rêveberiya CHP'ê hat kirin. Di destpêka hefteya borî de, di 4'ê Mijdarê de jî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdîn, Elîh û Xelfetî yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatin kirin. Hema piştî tayînkirina qeyûmên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybet li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê gel daket qadan û tayînkirina qeyûm protesto kir. Bertekên li ser tayînkirina qeyûman ji roja ewil û vir ve dewam dikin, welatiyên beşdarî çalakiyan bûn jî diyar kirin ku ew ê vîna xwe biparêzin û şaredariyên xwe ji qeyûman re nehêlin.   Li êlihê jî ku bertek û nerazîbûnên li dijî qeyûm dewam dikin gel axivî.   'Bila ji wir derkeve'   Fatma Tan, anî ziman ku gel bi îradeya xwe şaredarî bi dest xistiye û şaredarî ya gel e û got, “Em dixwazin qeyûm ji wir derkeve û gel vegere şaredariyê. Gel bi îradeya xwe şaredarî bi dest xist. Îradeya gel e. Rojek berê walî di îfadeya xwe de gotibû ku ew ê Êlihê xweş bikin. Wê çawa wê bi vî rengî xweşik bike? Ger ew difikire ku ew bi vî rengî xweş bike, wê vê di xwena xwe de bibîne. Bi vî awayî Êlih xweş nabe. Bila Batmana  me li me vegerînin, em ê xweş û rengîn bikin. qeyûm bi îradeya xwe nehatibû wir. "Divê ew ji wir derkeve, ev ne mafê wî ye."   'Ji ber ku dizanin bi hilbijartinê nikarin bên bi vê rêyê tên'   Fatma Tan sedema tayînkirina qeyûm wiha anî ziman: "Dizanin ku bi hilbijartinê nikarin bên şaredariyê, ji ber vê yekê qeyûm tayîn dikin. Li dijî gelê me êrîş heye. Ji ber ku dizanin bi hilbijartinê nikarin bên şaredariyê tênê ev rê dimîne. Qeyûm berê ewqas lez û talan kiribû, niha jî du qat dixwaze. Ew tenê ji bo xwe dixebite. Bila kes nefikire ku ji bo gelê Êlihê dixebitin. Dema me dest danî ser şaredariyê, me dît ku çiqas dizî û talan heye. Ev çend roj in ku em bersivê didin polîtîkayên qeyûman? Em dixwazin gelê me li dijî van polîtîkayên qeyûman dengê xwe bilind bike û vîna xwe biparêze. Em dixwazin ew maf, îrade û rûmeta xwe biparêzin. Heta ji destê me bê em ê berxwedana xwe bidomînin."   'Çi ji destê me bê em ê bikin'   Leyla Oluk, diyar kir ku qeyûm bi xwe re dizî, talan, xizanî û tunekirina Kurdan aniye û got, “Tu îzaheke din nîne. Di serî de protesto û meşa xwe ya li dijî qeyûm em ê bidomînin û tişta pêşwist em ê bikin. Bi taybetî jî li ser axa xwe em ji karmendekî ku bê tayînkirin talîmatê nagirin  û bila biçe. Em ê tu carî vê qebûl nekin. Heger li dijî qeyûmê ku tayînî şaredariya Êlih, Mêrdîn û Xalfetiyê serhildan pêk neyê dê qeyûman tayînî hemû şaredariyên li Kurdistanê bikin. Em vê qebûl nakin û destûrê nadin."   'Em bi hilbijartinê hatin, em bi hilbijartinê biçin'   Zeynep Aslan jî anî ziman ku qeyûm pêkanîneke kolonyalîzmê ye û got ku wan ji bo Elîh gelek ked dane. Zeynep Aslan wiha got: “Em kolan bi kolan û kuçe bi kuçe geriyan û me şaredarî bi dest xist. Kesk tê vêderê û şaredariyê xesp dike. Gava ku hûn li paş xwe mêze dikin, hûn ji bo hemû keda ku we daye polîman dibin. Di encamê de gelek kesan dengê xwe dane. Em bi bijartinê hatin, em ê tenê bi hilbijartinê biçin. Beriya ku qeyûm tayîn bikin Êlih aram bû. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê li kolan û qadan bin. Em ê li qadan bin heta ku ew biçin."