Kesên xwe wek polîs dan nasîn rojnameger tehdîd kirin 2024-11-08 21:27:17   ÊLIH - Kesên xwe wek polîs dan nasîn û berê çekê dan rojnaemgeran, xwestin xebatkarên Rojnameya Yenîyaşamê Veysî Akoren binçav bikin. Piştî bertekên kesên derdorê û rojnamegeran, kesên xwe wek polîs didan nasîn ji wir dur ketin.    Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA), Jinnews û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê yên ku çalakiya li dijî qeyûm ya li Êlihê dişopandin, ji aliyê kesên xwe weke polîs dan nasîn ve hatin tehdîdkirin. Kesên ku pêşiya rojnamevanên ji nûçeyê vedigeriyan girtin, xwestin xebatkarê Yenî Yaşamê Veysî Akoren binçav bikin. Van kesan nasnameyên rojnamevanan xwestin, bêyî ku nasnameya xwe nîşan bidin hewl dan Veysî Akoren binçav bikin.   Gel û rojnamevanan bertek nîşanî wan dan. Di encama mudaxeleya rojnamevanan û gel de tehdîda, “Em ê we jî bigirin” kirin û çekên xwe nîşan dan. Piştî berxwedana gel û rojnamevanan li wesayîtên xwe siwar bûn û reviyan.   Gel û rojnamevanan piştî hewldana revandinê dirûşmên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.