Foruma Çalakiyan a Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan hat damezirandin 2024-11-08 19:07:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Helebê Foruma Çalakiyan a Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê, damezirand.   Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Helebê bi boneya Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê daxuyaniyek da. Daxuyanî li parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Rîhab Îbrahîm ve hat xwendin.Endamên meclisê, nûnerên herêman, aktîvîstên jin ên ji hundirê Sûriyeyê û alîgirên mafên jinan beşdar bûn.    Di destpêka daxuyaniyê de balkişandin ser dîroka Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê .Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêwekhevî û çanda tundiya li ser jinan a di encama hegemoniya baviksalarî de, heta îro didome û ew jî li pêşiya pêkanîna wekhevî û aştiyê dibin astengî.   Di daxuyaniyê de bernameya çalakiyan ji ya 10’ê Mijdarê heta 25’ê mijdarê hatin diyarkirin:   * Paneleke diyalogê li ser Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê were lidarxistin.   *Semînerên li ser tundiya li gorî beşa civakî û berdana bêdeng werin dayîn.   * Lidarxistina protestoyê li dijî tundiya li ser jinên cîhanê û yên Sûriyeyê bi taybetî.   * Li ser bandora tundiya derûnî û bedenî semîner li kampan werin dayîn û proşor werin belavkirin.   Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê ji bo girtina encamên baş ji bernameya çalakiyan û bidawîkirina bandorên rewşa dijwar a heyî.