'Bila polîtîkayên qirkirinê asteng dikin bên pêşxistin' 2024-11-08 14:04:35     MÊRSÎN - Di daxuyaniya beriya danişîna dozê ya têkildarî qetilkirina Pinar Bayrak de hat xwestin ku li hemberî komkujiyan divê polîtîkayên pêşîlêgirtina van komkujiyan bên pêşxistin.     Platforma Jinan a Mêrsînê, beriya danişîna 4 kesên ku alîkariya kujerê Pinar Bayrak a di 3'ê Tebaxê de li Mêrsînê ji aliyê Ziya Ecer ê ku pê re zewicî hatibû qetilkirin, li ber Edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku beriya danişîna 4 kesên ku bi îdiaya "alîkariya kujer kirine" û "delîl veşartine" li  7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bên darizandin pankarta "Ji bo Pinar Bayrak edalet" hat vekirin, dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Edaleta rastyeqîn, ne edaleta mêr" hatin qîrîn.   'Em ji bo hesabpirsînê li vir in'   Li ser navê platformê Çîgdem Goksoy daxuyanî da û bi bîr xist ku di meha cotmehê de îsal 71 jin hatine qetilkirin û diyar kir ku kujerên jinan ji ber bêcezahiştinêhatine teşwîqkirin. Çîgdem Goksoy, anî ziman ku ya ku dibe sedema qetilkirina jinan encama polîtîkaya bêcezakirinê ya sîstematîk e û got, "Tundiya li ser jinê tenê bi kuştinekê sînordar namîne. Encama tundiya ku nayê dîtin, zext û xemsariya bi salan e. xemsariya ku her roj li Tirkiyeyê gelek jin pê re rû bi rû dimînin, kêmasiya dewletê ya li hemberî tundiyê ye. Ev encama polîtîkaya sîstematîk a bêcezakirinê ye ku bû sedema jiyana bi hezaran jinên din."   'Em tên tehdîtkirin'   Piştre mamê Pinar Bayrak, Yusuf Bayrak axivî û diyar kir ku weke malbat gef li wan hatine xwarin. Yusuf Bayrak diyar kir ku komkujî li gorî biryara meclîsa malbatê pêk hatiye û got, "Tenê bi girtina Ziya Ecer di girtîgehê de hûn nikarin hesabê vê yekê bipirsin. Kesên ku destê wan di vê qetilkirinê de hebû niha li derve ne. Ev edalet wê çawa pêk were?    Daneyên veşartî    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca diyar kir ku hikûmet ji sala 2016'an û vir ve daneyên kuştina jinan vedişêre. Perîhan Koca got, “Di encama xebatên saziyên jinan û xebatkarên çapemeniyê de em xwe bigihînin daneyên kuştina jinan. Em ê tevî vê zîhniyeta serdest a mêr jî li kolanan û korîdorên edliyeyê bin û bibêjin ‘Bila jin bijîn’.    Piştî daxuyaniyê jin ji bo rûniştina dozê bişopînin çûn edliyeyê.