Li dijî qeyûman bertek: Em ê şaredariya xwe şûnde bigirin 2024-11-08 09:06:47   Gulîstan Gulmuş   MÊRDÎN - Jinên li dijî qeyûmê ku tayînê şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê hat kirin, li ber şaredariyê nobetê digirin diyar kirin ku heta encamê negirin wê nobetê bidomînin.   Di 4’ê Mijdarê de qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin. Li dijî vê li ber şaredariyê nobetên hatin destpêkirin didomin. Welatî her roj tên ber şaredariyê û tevî hewaya sar nobeta xwe didomînin. Li cihên nobet tê girtin pankarta ‘Li dijî qeyûm berxwedana gel’ û dowîzên ‘qeyûm bicehime’, ‘ji qeyûm re na’ hatin vekirin. Jinên di nobetê de ne ji ajansa me re axivîn.   ‘Em ê şaredariya xwe ji wan re nehêlin’    Dayika Aştiyê Ferha Bulut axivî û da zanîn ku qeyûmê hatiye tayînkirin êrîşek li hember nasnameya Kurd e û got: “Me şaredarî bi tena serê xwe negirt. Bi îradeya gel hat girtin. Mafê tu kesî tuneye ji me bigire. Ger dest bidin ser şaredariyên me em ê li dijî vê bêdeng nemînin. Heta şaredariyên me şûnde neyên girtin wê çalakiya me bidome. Çima vê tenê li Kurdan dikin. Em bang li hemû kesî dikin. Bila her kes xwedî li şaredariyên xwe derkevin.”   ‘Bi çi mafî qeyûm tayîn dikin’   Jina bi navê Tenzîle Agatay jî nêrînên xwe wiha anî ziman û wiha got: “Em ji bo edaletê li vir in. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Qeyûman tayîn dikin. Em li dijî vê bêdeng namînin. Heta şaredariyên me şûnde nedin em li vir in. Em bang li hemû gelê xwe dikin. Bila werin vir û xwedî li mafên xwe derkevin.”   ‘Em ê şaredariyan şûnde bigirin’   Hevseroka DEM Partiyê ya Mîdyadê Halîse Ceba jî daxuyakirin ku ev xesp li dijî mafê gelê Kurd hatiye kirin û wiha domand: “Êdî bes e. Sê dem e şaredariyên me tên xespkirin. Divê gelê Mêrdînê rabe ser piyan û vê qebûl neke. Ne hiqûq, ne edalet heye. Divê gel li dijî vê rabe ser piyan. Em ê şaredariyên xwe şûnde bigirin. Divê gelê Kurd bêje êdî bes e.”   ‘Divê em serî hildin’   Jina bi navê Şukran Çelebî jî ev tişt anî ziman: “Qeyûm zilm in. Îradeya me qebûl nakin. Em beriya 31’ê Adarê gund bi gund tax bi tax, mal bi mal geriyan. Em nebin yek wê îradeya me yek bi yek biçe. Îro Şaredariya mezin wê sibehê jî yên din bin. Divê em li dijî vê bêdeng nemînin. Divê em serî hildin.”   ‘Divê her kes bê vir’   Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibucak jî destnîşan kir ku desthilatdarî naxwazin aştî bê welat û wiha vegot: “Wek em hemû dizanin, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rejîma xwe ya qirêj qeyûm tayîn kir. Darbe li îradeya me xistin. Ev darbeyek li hember îradeya gel e. Em qebûl nakin. Divê her kes li dijî vê têbikoşe. Bêdeng nemîne. Şaredarî yên me ne. Em bang li hemû kesî dikin bila bên vir.”   ‘Em ji bo aştiyê li vir in’   Dayika Aştiyê Ayselê jî wiha bi lêv kir: “Em wek Dayikên Aştiyê li vir in. Em ji bo şaredariya xwe şûnde bigirin li vir in. Me şaredariyên xwe girtibûn. Niha dixwazin dest bidin şaredariya me.”   ‘Bila destê xwe bikşînin’   Dayika Aştiyê Sara Tekîn jî wiha got: “Heta ku em şaredariya xwe negirin em ê têbikoşin. Bila destê xwe ji îradeya me bikşînin. Em serî natewînin. Ev keda me ye. Bila dest ji keda me bikşînin. Heta em îradeya xwe bigirin em ê têbikoşin.”