Jinên bûn Serhildan, serhildanên bûn jin 2024-11-08 09:04:26     Her erdnîgarî xwedî diyalektîkek xweser e. Ji bo Kurdistanê, Bakur tenê wek vensînek beramberiya wê ya civakî û polîtîk heye dertê pêşberî me. Parçeyê herî mezin ê rastiya bi sînoran hatiye parçekirin îfade dike. Di 50 salên dawî de li dijî parçebûnê berxwedana hatiye dayîn tê dîtin. Li Bakur berxwedan bi serhildanan hatiye mohrkirin.   Xanê Anuş   “Her heval bi tevlibûna xwe bandor li derdor û malbatê dike. Azadiya jinên bersiva herî mezin a li dijî pergalê bû.” (Nêrîna Sakîne Cansiz a ji bo Îranê: Jinên Kurd wê ji guherînê re pêşengiyê bikin)   Her erdnîgarî xwedî diyalektîkek xweser e. Ji bo Kurdistanê, Bakur tenê wek vensînek beramberiya wê ya civakî û polîtîk heye dertê pêşberî me. Parçeyê herî mezin ê rastiya bi sînoran hatiye parçekirin îfade dike. Di 50 salên dawî de li dijî parçebûnê berxwedana hatiye dayîn tê dîtin. Li Bakur berxwedan bi serhildanan hatiye mohrkirin.   Ji bo darek kesk bimîne û fêkî bide, girîng e ku koka wê çiqas bi axê de xwe berdaye, damarên wê çiqas saxlem in û ya herî girîng çiqas kes ji bo vê darê hatiye dayînê ye.    Ev qanûna xwezayê, ji bo tevgerên civakê jî derbasdar e. Serhildana Jin Jiyan Azadî fêkiya vê qanûnê ye. Jin Jiyan Azadî li vir destpê kir û li hemû cîhanê belav bû. Ji destpêka pêşketina Tevgera Azadiyê heta niha, bi derketina Tevgera Azadiya Jinan di dîroka serhildanan de bi teşeyê herî nêzî heqîqetê dikare bê fêmkirin. Mijara vê nivîsê, pêvajoya pêşketin û rêça xwe berdanê de rola serhildanan, dînamîkan, esas digire.    Dema cih, hêma û dem tên destgirtin, bêguman aliyekî rastiyê tê îfadekirin. Lê kirde bi azadiyê nirxandin û her gel bi çîroka xwe vegotin, karekî zehmet e. Dema ev bên vegotin lêgerîneke rast a zor û zehmet dikeve dewrê. Bi qasî zehmetiyê teşeyê nêzî heqîqetê datîne holê. Serî li şîrovaya sosyolojîk a Fernand Braudel dayîn û pêvajoya heyî nirxandin, wek rêbaza zanistî ya herî nêzî rastiyê dikare bê nirxandin. Ji vegotina herî nêzî dîrokî û ya herî dûr a dîrokê jî ev rêgez derbasdar e. Vegotineke ji sosyolojiyê dûr a dîrokî nîşan dide ku bigumane û ji heqîqetê dûr e. Divê em di esasa mijara xwe de bigirin dest û binirxînin. Ji 1990’î û şûnde di esasa derketina tevgera azadiya jinê de, di alî sedem-encam, cih û gihandinê de diyalektîk tê dest girtin. Di vê nivîsa xwe de em dikarin çarçoveya rêbazê wisa destnîşan bikin.   Bi îlankirina tevgera azadiya Kurd di têkoşîna jinên Kurd de jî rûpelek nû vebû. Têkoşîna azadiya jinên Kurd, bi têkoşîna azadiya gelê Kurd re ligel hev meşiya. Kevneşopiya têkoşîna jinên Kurd a bi Sakîne Cansiz destpêkiriye, her tim pêş ket. Navîna salên 80’ê de berxwedan mezin bû. Di 50 salên dawî de têkilî xurt bûn. Di serî de jinên Kurd, her aliyên gel bûn hêza girîng rêxistinkirî ya berxwedana neteweyî. Salên 80’ê de piştî darbeyê, li ber girtîgehan xizmên girtiyan hatin gel hev. Jinên li ber girtîgehan li dijî îşkence û rojiyên mirinê hatin gel hev, têkiliyên li vir ava kirin, hîn xurt kirin û ketin pêvajoya polîtîkbûnê. Di polîtîkbûn û serhildanan de zemîna pêşengiya jinan ava bû.   Diyalektîfa serhildana tevgera azadiyê ji salên 1990’î şûnde guherî. Beriya wê têkoşîna ku herêmî û eşîrî dihat meşandin, piştre di karekterê gel de pêş ket. Piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê bû girseyî, zext û zor jî zêde bûn û li dijî vê têkoşînê dest pê kir. Ji dawiya salên 80’ê şûnde tevgereke ku her çû xurt bû derket holê. Tevgera ku ewil komek jin tê de cih digirt, li civakê belav bû û bi vê re tevlibûnên girseyî yên jinan di salên 90’î de destpê kir.   Yek ji nokteya dîrokî ya kirdeya şoreşa jinê Bînevş Egal bû. Bînevş navê xwe ji lehenga jin Binevşa Narîn a ku lehenga çîroka evînê ye digire,  der barê malbat û şert û mercên civaka lê mezin bûye de dikare fikir bide. Bînevş ji baweriya Êzidiyatiyê ye û dema 12’ê îlonê de malbata wê ji ber zextan koçî Ewropayê dike.  Bînevş li hember tevgerê sempatiya wê çêdibe. Çalakiya wê ya yekemîn çalakiya meşa 300 km yî ya ku Kurdên Ewropayê bi armanca protestokirina Mehmet Karasunur û Îbrahîm Bîlgîn di 1984’an de bi suîkastê hatin, pêk hat bû. Yekane jina ku tevli çalakiyê bûye, derbasî dîrokê dibe.   Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş wê bê weşandin.   Ev nivîsî ji hejmara 29’an a mijara dosya ‘Bakur’ a kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.