Li Bismilê civîna meclîsê ji gel vekirî hat kirin 2024-11-07 14:42:57     AMED - Şaredariya Bismilê yekemîn civîna meclîsê di meha mijdarê de ji raya giştî re vekirî pêk anî. Fikr û pêşniyarên welatiyên ku beşdarî civînê bûn hatin qeydkirin.   Şaredariya Bismilê ya Amedê, ji bo raya giştî tev li hemû mekanîzmayên biryargirtinê yên di çarçoveya paradîgmayên Demokratîk, Ekolojîk, Azadiya Jinê de bibin, civîna xwe ya fermî ya meha Mijdarê ji raya giştî re vekirî li dar xist. Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn, Guven Tanrikulu, hevşaredar, rêveberên DEM partiyê yên Bismilê û gelek welatî beşdarî civîna li parka Vedat Aydin bûn.   Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn di civîna meclîsê ya ku gelek pêşniyar hatin dengdan de axivî û hemû kesên beşdarî civînê bûn silav kir û diyar kir ku şaredariya gel a şefaf esas girtiye û biryar daye ku civînên xwe ji raya giştî re vekin. Her wiha got ew talîmatên gel bi cih tînin.    Piştî axaftinan nêrîn û pêşniyarên welatiyên beşdarî civînê bûn hatin girtin û tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê hat protestokirin.