Berxwedana gel wesayîta zirxî bê bandor hişt 2024-11-06 20:02:26   ÊLIH - Li Êlihê wesayîta zirxî ya di êrîşa li hember gel de dihat bikaranîn, li dijî berxwedana gel bê bandor hat hiştin. Wesayîta zirxî bi çekiciyan birin.   Bi talîmata wezareta karê hundir ji bo şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, qeyûm hat tayînkirin. Berxwedana gel a l dijî qeyûman sê rojin idome. Li Êlihê gel li dijî êrîşa tund a polîsan kolanan terk nakin û akreb û TOMA jî li dijî berxwedan gel têr nekir. Îro li kawşaxa Basin gel berxwe da û TOMA û wesayîtên zirxî bi keviran bê bandor hiştin.   Wesayîta zirxî ya zirar dît bi çekiciyan ji wir hat rakirin.