Bi paratina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (6) 2024-11-06 09:05:25     Redkirina serdestiya mêr   NAVENDA NÛÇEYAN - Di têkoşîna jinan a li dijî her cureyê zîhniyeta serdest û nêzîkatiyan de parastina cewherî cihekî girîng digire. Tevgera Jinên kurd di nirxandina ‘Ligel redkirina serdestiya mêr ya heyî, girîng e ku feraseta exlaqî û pîvanên wê yên di esasa jinê ya civakî de wek alternatîf bê pêşxistin. Tenê ji ser dijberbûnê parastina cewherî nirxandin wê kêm bimîne. Ya din jî wek hêza guherîn û ji nûve afirandinê, destgirtina parastina cewherî hîn rastir e .’ Bal dikşîne ser parastina cewherî ku divê çawa bê kirinê.   Di têkoşîna jinan a li dijî pergala serdest ya mêr de, ‘25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li Ser Jinan’ cihekî girîng digire. Jin di têkoşîna li dijî her cureyê tundiyê, destdirêjiyê de parastina cewherî esas digirin. Di nîqaşên der barê parastina cewherî de û divê çawa pêk bê de, nirxandina ku tevgera jinên kurd kiriye, perspektîf û nîqaşên wan ji bo hemû jinan bûye hêvî ye.   Di vê beşa dosyaya xwe de em Peymana Civakî ya Jinan, di aliyên exlaqî, çandî û ji nûve avakirinê de cihê parastina cewherî digirin dest.   Afirandina têkoşînê û li qada civakî belavkirin   Parastina cewherî xeta têkoşînê diafirîne û li qada civakî belav dike. Parastina cewherî qadeke xwe dispêre îradeya jinê û aliyê exlaqî. Di vî alî de perspektîfa têkoşînê her diçe li qadên jiyanê û ji bo çareseriya pirsgirêkan cihekî girîng digire. Ji nav malbatê bigirin heta têkiliyên civakî di esasa wekhevî û azadîxwaz de bi projeya xweseriya demokratîk re, dibe qadeke xweparastinê ya exlaqî.   Peymana civakî   Çarçoveya Peymana Civakî ya bi Jinê re, di esasê de hemû rêbazên exlaqî yên azad datîne holê. Ji biryara ku jin der barê xwe de bigirin heta  nêzîkatiyên ku jinan biçûk dixînin, wek alav dibînin, wek alava bazirganiyê dibînin, wek mulk dibînin, li dijî hemû nêzîkatiyê serdest têkoşînê dihewîne. Rê û rêbazên vê û alavên wê, wek perwerde, guhertin, îqnakirin û teşhîrkirinê ku demokraktîbûnê esas digire divê pêş bikeve. Her cureyê nêzîkatiya li hember jinê ku zirarê dide wijdan û exlaqê civakê di çarçoveya parastina cewherî de ye. Di vê mijarê de  tiştekî ku dewlet û sazî bêjin an jî ferz bikin wê neyê qebûlkirin. Di van mijaran de baş tê zanîn ku tiştekî dewlet bêje, biryarê bide, lêpirsîn bike, bidarizîne tuneye. Di vî alî de di çarçoveya hiqûqa demokratîk de wê jin bi têkoşînê bigihîne parastina cewherî.   Wek hêza guherîn û ji nûve avakirinê parastina cewherî   Rûmet û exlaqê jinê mijarên jiyanî ne û parastina cewherî ferz dike. Qadek herî xesas û rêxistinkirî ya jinan e. Zîhniyeta serdest a heyî red dike, aliyê têkoşînê, di esasa alternatîfê  jinê de û pîvanên wê de di jiyana civakî de  pêşxistin girîng e. Tenê di dijberbûnê de parastina cewherî nirxandin wê kêm bimîne. Wek hêza guherîn û ji nûve sazkirinê de divê bê dest girtin.   Aliyê çandî   Yek ji qada ku parastina cewherî lê pêk bê çanda çandî ye. Jin di parastina zimanê dayikê û nirxên manewî de, dema roja pêşeng a jinan li ber çavan bê girtin, di vê qadê de parastina cewherî ya jinan gelek girîng e. Di qada çandî xwe pêşxistina rêxistibûnê û li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîn meşandin, parastina cewherî ferz dike. Di vê notkeyê de li dijî her cureyê asîmîlasyonê têkoşîn û parastina çand û ziman pêkan e. Di vê mijarê de ev peywireke esas a jinan e.   Xwedî jiyanek watedar   Ji bo vê ji bo jiyanek komunal demokratîk ji bo li dijî her cureyê êrîşên li hember çanda Kurd, divê di zemîna civakî de parastina cewherî bê pêşxistin. Bi taybet li herêman li dijî her cureyê rewşên ku jinan dixîne, jinan biçûk dibîne, parastina cewherî divê pêk bê û divê xwedî jiyaneke watedar bin.   Bi hişmendiyê kûrkirina çandê   Di vî alî de bi hişmendiyê kûrkirina çandê û ji bo bibe tercîha jiyanekê di vir de rola jinê ya pêşeng heye. Di vî alî de divê meclîsê jinan yên gundan bên avakirin, çanda Kurd bi awayekî xurt bê îfadekirin û hêza jiyaneke xurt derkeve holê. Xweparastina jinê di vî alî de divê xwe bi awayekî xurt derxe holê.   Sibehê: Di xweparastinê de têkoşîna hiqûqî