Li Qoserê meş: Em ê bi berxwedanê biserkevin 2024-11-05 22:28:36   MÊRDÎN - Li Qoserê tayînakirina qeyûm a  ji bo şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi meşekê şermezar kirin.   Çalakiyên ku piştî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlîh û Xelfetiyê destpê kirin, dewam dikin. Li taxa Biriket a navçeya Qoserê ya Mêrdînê gel bi sirûda “Herne Pêş” meşiyan. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, Kamûran Tarhan û Onûr Duşunmez jî beşdarî meşê bûn.   Girseyê pankarta “Qeyûm darbe ye, dest nede vîna min" vekirin û li Kolana Elbeylî dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Qeyûm wê biçin, em ê bi ser bikevin", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Li çiyayan negerin Apoyî li her derê ne” û “Ji berxwedêrên Êlihê re hezar silav" hatin berzkirin. Gel li kolana 848’an meşa xwe berdewam kir û ber bi Kolana Bîriketxanê ve meşiya. Gel di tevahiya meşê de stranên berxwedanê gotin û bi sirûda “Herne Pêş” dawî li çalakiya xwe anî.